Parlamentoya Îsraîlê Ji Bo Rojavayê Kurdistanê Dicive

Parlamentoya Îsraîlê Ji Bo Rojavayê Kurdistanê Dicive

Biryar e parlamentoya Îsraîlê îro rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro Parlamentoya Îsraîlê ku wek Knesset tê naskirin, piştî êrîşên Tirkîyê yên ji 9ê Cotmeha derbasbûyî ‎ve, yekem car rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike.‎

Li gor medyaya Îsraîlê, Parlamenterê Partîya Şîn û Spî Zîvî Havzer proje-yasayek di vê derbarê de amade ‎kirîye û li ser êrîşa Tirkîyê û piştgirîkirina Kurdan li bakurê rojhilatê Sûrîyê daxwaza helwêstê ji hikûmetê ‎dike.

Di nûçeyên medyaya Îsraîliê de hate gotin ku ligel şermezarkirina êrîşê ji alîyê welatên Yekîtîya Ewropa û Encûmena Nûneran a Amerîkayê ‎ve, heta niha ti helwêstekî fermî ji Îsraîlê nehatîye bihîstin, loma îro ew mijar tê gotûbêjkirin.‎

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin