Parlamentoya Ewropayê diyarkirina Supaya Pasdaran a Îranê di lîsteya terorê de pesend kir

Parlamentoya Ewropayê diyarkirina Supaya Pasdaran a Îranê di lîsteya terorê de pesend kir

.

A+A-

Di raporeke taybet a li ser siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê de, Parlamentoya YEyê razî bû ku Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî ya Îranê û hêzên wan ên cuda bo nav lîsteya sizayên YE, ku wek lîsteya terorê ya YE tê naskirin, bên zêdekirin.

Bi pesendkirina wê raporê, parlamenterên ewropî daxwaz ji Komîsyona Ewropa û welatên endam dikin ku, Pasdarên Şoreşê, Besîc, Supaya Quds û hemû hêzên ser bi Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve di lîsteya terorê ya YEyê de cih bigirin.

Endamê Parlamentoya Ewropayê û Cîgirê Serokê Koma Muhafizekar û Reformîstên Ewropî Charlie Weimers li ser twittera xwe ragihandiye, “Parlamentoya YE îro deng da ku daxwaz ji YE û welatên endamên wê dike ku Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî  têxin nav lîsteya terorê ya YEyê.”

Charlie Weimers diyar kiriye, “Guherîna koma min (@ecrgroup) bi piraniyek mezin hat pejirandin. Sibe, ez hêvî dikim ku endam dê gavê din bavêjin û banga rawestandina rêkeftina etomî JCPOA bikin.”

Weimers herwiha encama dengdanê belav kiriye ku li gor wê, raport bi dengên 598 endamên parlamentoya Ewropayê hatiye pesendkirin, 9 endam li dijî raportê deng dane û 31 endaman jî dengê spî dane.

Yekem berteka Îranê li ser rapora YE

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA, Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Vehîdî îro Çarşemê di kevana civîna kabîneya hikûmeta wî welatî de li Tehranê derbarê rapora Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê û xistina navê Supaya Pasdaran di lîsteya terorê de got: “Ti nîgeraniyek ji ber wê projeyê nîne û Supaya Pasdaran dê bi awayekî bihêz rêya xwe bidomîne.”

Wezîrê Navxwe yê Îranê herwiha got, “ji ber ku hin kesên rojavayî dixwazin li derveyî rêbaz û hiqûqa navneteweyî tiştekî bikin û hêzeke fermî wek terorîzmê bidin naskirin, ev yek nîşana lawaziya fikrî, exlaqî û siyasî ya wan e.”

Ehmed Vehîdî îdia kir, ku Supaya Pasdaran hêza herî giring a dijî terorê ye û di dilê xelkê de cih digre û got: “Ew hizir dikin ku dê bikarin hêza Pasdaran ku di dilê xelkê de cih digire û xizmeta xelkê dike lawaz bikin. Supaya Pasdaran hêza herî girîng a dijî terorê ye û di serî de şehîd Silêmanî sembola cîhanî ya têkoşîna dijî terorê ye.”

Wezîrê Navxwe yê Îranê herwiha îdia kir, ku Supaya Pasdaran herî zêde li dijî terorê şer kiriye, lê ji aliyê hin terefên ku piştevaniya terorê dikin, tê tehdîdkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin