Parlamenterîya 3 parlamenteran hat betalkirin

Parlamenterîya 3 parlamenteran hat betalkirin

Îro roja pêncşemê 04.06.2020an Parlamentoya Tirkîyê di civîna xwe ya îro de , parlamenterîya du parlamenterên HDPê û parlamenterekî CHPê hilweşand.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parlementoya Tirkîyê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî aşkere kir her yek ji parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu û herdu parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglullari hat hilweşandin û hersê kes ji endamîtîya parlamentoya Tirkîyê hatine derxistin.

Ligor zanyarîyan piştî ku biryar ji alîyê Desteya Serokatîya Parlamentoyê ve hat xwandin, parlamenterên CHPê û HDPê li ser maseyan xwe xistin û nerazîbûn nîşan dan û alozî li parlementoyê derketîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin