Parêzerê Demîrtaş careke din serî li Dadgeha Bilind da

Parêzerê Demîrtaş careke din serî li Dadgeha Bilind da

.

A+A-

Parêzerê Demîrtaş careke din serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê da ku pabendî biryara DMMEyê ya ji bo azadkirina Demîrtaş bin û herwiha têkildarî vê mijarê hişyarî jî da.

Mahsunî Karaman, parêzerê Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, li hejmara xwe ya Twitterê aşkere kir ku wan careke din serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dane.

Parêzerê Demîrtaş tekez dike, Dadgeha Destûrê divê demildest dawî li wê helwesta xwe ya pabendnebûna bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) neyîne, “DMME dê biryar bide ku Dadgeha Destûrê ay Tirkiyê, rêyeke karîger a hiqûqa navxwe nîne.”

Parêzerê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, Mahsûnî Karaman li ser Twitterê got “Ger Dadgeha Destûra Bingehîn demildest dawiyek li tewşikên Biryara DMME me girê nade neyne, dê DMME ji bo Dadgeha Desturê riyeke navxweyî ya bibandor nîne biryar bide. Ji me gotin.”

Ev di demekê de ye ku Daîreya Mezin ya DMME roja 22yê Berfenbara 2020an biryar dabû ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.

Daîreya Mezin ya DMME ku ji 17 dadgeran pêk tê li dijî 2 dadgeran 15 dadgeran biryar dan ku Demîrtaş demildest bê berdan.

Herwiha çend roj berê jî Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE) li ser mijara “rewşa girtina Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî yên din” civînek lidar xist û civînê de pêşnûmebiryarek hat pesendkirin ku tê de tê xwestin, Demîrtaş demildest bê berdan.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li bajarê Edîrnê di girtîgehê de ye.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin