PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hatibû îlan kirin serbilindîya hemû Kurdistanîyên cihanê ye

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hatibû îlan kirin serbilindîya hemû Kurdistanîyên cihanê ye

.

A+A-

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hatibû îlan kirin serbilindîya hemû Kurdistanîyên cihanê ye:


"Komara Kurdistanê bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed 75 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê hate îlan kirin.Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn.


Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin. Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.


Komara Kurdistanê  di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê serbilind bin.


Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.


Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.


Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin. Dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendîya azadî û dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be.


Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin. Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.


Dibêje rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin.


Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’.


Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirî bû bi xwîna dehhezaran şehîdan , bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.


Pêşewa Qazî Mihemed bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê dike:
Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.


Belê, pêkanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadîya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.


Di 75emîn salvegera îlan kirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. 


22.01.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

di-001.jpghiri.jpgcar.png

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin