PAKê li Amedê bi pankartan ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin

PAKê li Amedê bi pankartan ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin

.

A+A-

PAKê li Amedê, li hinek cadeyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinarê pankart darve kirin û ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin.

PAKê roja 17.01.2022yê serî li şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar a Amedê dabûn , da ku bikaribin pankartan darve bikin.Lê herdu şaredarîyan jî îzin nedan ku PAK van pankartan darve bike.

Piştî ku PAKê daxuyanîyek belav kir û raya giştî di heqê helwesta herdu şaredarîyan de agahdar kir; Endamê Komîteya Birevebir a Navnedî ya AK Partîyê Birêz Abdurrahman Kurt, li gel Parêzgehê Amedê û li gel Serokşaredarê herdu şaredarîyan hinek hevdîtin kir.

Piştî van hevdîtinên Birêz Abdurrahman Kurt, rêvebirên Şaredarîyên Yenîşehîr û Kayapinarê li berpirsyarên PAKê gerîyan û gotin ‘’Di ve meseleyê de xelet têgihîştinek heye. Hûn dikarin pankartên xwe darve bikin’’.

Li ser van gotinên rêvebirên herdu şaredarîyan, PAKê di roja 21.01.2022yê de ,li hinek cadeyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinarê pankart darve kirin û ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin.

21.01.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

5-124.jpg4-168.jpg3-212.jpg2-222.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin