PAK-Swêd piştî 21 heyvî bi piştgir û dostên xwe re civiya

PAK-Swêd piştî 21 heyvî bi piştgir û dostên xwe re civiya

.

A+A-

PAK-Swêd piştî kongreya xwe ya di destpêka sala 2020î û vir ve, ji ber coronayê cara yekem e ku bi piştgir û dostên xwe re rû bi rû civîneke sohbetî pêk tîne.

Pak-Swêd nameya ku ji endamê xwe re şandibû weha gotibû:
”Nêzê 2 sal heye me bi piştgirên xwe re ji bela koronayê tu civineke fizîkî çêknekiriye. 

Komîta me ev du sal e li gor tavsîyên dezgeyên tendurîstiyê gav avitîye û xwe li gor rewşa heyî tanzîm kiriye. Lê; Komîta Rêveberiyê, civinên xwe yên esasî îhmal nekirîye, berdewam kirîye. Di serî de , li ser zoomê û vê dawîyê jî rû bi rû dest bi civînan kirîye. Komîta me çend car li ser zoome bi piştgir û dostên xwe re jî civînan lidarxistîye. Komîte vê dema pandeminê de watinîyên xwe li himberî meclîs û rêveberîya PAK-Ewropa jî bi cîh anîye. Heman demê; komîta me bi PAK-Welat re di nav têkiliyên baş û berhemdar de bûye. Bi giştî; Komîta me bi çalak beşdarê xebatên partîyê bûye. Karê xwe bi baldarî li gor rewşa pandemînê domandîye.

 Niha rewşa pandemînê ne temamî be jî, hinek guheriye. Civinên rû bi rû destpêkirine. 
Ji bo vê yekê Komita me biryar daye bi piştgirên xwe re civînekê çêke. Me xwest dîsa wek berê, lê îcar bi baldarî hewil bidin rû bi rû li gel piştgir û dostên xwe bicivin û bi hev re sohbetekê bikin.

 Komîta me, 26ê meha 11an seat 18ê êvarê, lokala Kitapxana Kurdî kirê kirîye ku em bihevre karibin xwarin û vexwarineke sivik bixwin û vexwin.

Kapasîteya lokalê 50 kes e. Emê rê nedin ji 50 kesî zêdetir kes têkeve hûndir.

 Em ji dost û hevalan rica dikin: kesên ku parîkî jî nexweş be, bila di mala xwe de bimîne.

 Tu/hûn bi xêr bên şevberka me!”.

Di rastiya xwe de jî civîna yekem a hevdîtinê wek şevbêrkek hatibû amadekirin. Seroka PAK-Ewropa Seval Mert bi axaftinek kurt sersaxî ji hemû malbatên ku ji nexweşîna coronayê hizkiriyên xwe wendakirine xwest û got ”Me xwest bi vê hatina ba hev, xatir ji coronayê bixwazin, perdeya civînên rû bi rû vekin”.

Seval Mert di berdewamiya axaftina xwe de spasî dost û piştgiran kir ku di dema coronayê de jî me tenê nehiştine bi riya telefon, civînên dijîtal bi hev re têkildar bûne û alîkariya xwe ya maddî de berdewambûne.

Seval axaftina xwe ya kin, bi xêrhatineke germ a mêvanan qedand.

1-181.jpg2-192.jpg3-183.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin