PAK Li Sêweregê Beşdarî Bibîranîna Ferît Ûzûn Bû

PAK Li Sêweregê Beşdarî Bibîranîna Ferît Ûzûn Bû

.

A+A-

Bi minasebeta 43yemîn salvegera şehadeta welatperwerê kurd, kedkar û kadroyekî sereke yê doza azadîya Kurdistanê Ferît Ûzûn, îro(22.11.2021) li Sêweregê, li ser mezelê wî bibîranînek hate li dar xistin.

Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û welatperwerên Sêweregê beşdarî bibîranînê bûn.

Di bibîranînê de, sîyasetmedarên Kurd Îbrahîm Guçlu, Fahrî Karakoyun û li ser navê malbata Ferît ûzûn jî Celal Ûzûn di derbarê jîyan û têkoşîn û xebata Ferît Ûzûn da axaftin.

Li ser navê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) jî Seroka Komîsyona Jinan û endama Komîteya Birevebir a PAKê Nezîhe Karahan û endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Adnan Ozbîngol beşdarî bibîranînê bûn. PAKê çelengeke gulan jî danî ser mezelê şehîdê Kurdistanê Ferît Ûzûn.

22.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

ww.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin