PAK-Ewrûpa bi gelek zimanan bangî Ewrûpîya kir

PAK-Ewrûpa bi gelek zimanan bangî Ewrûpîya kir

”Em li vir bang li hemû gelên Ewrûpayê dikin ku piştgirîya gelên Kurdistanê bikin û destekê bidin referandûmê”.

A+A-

PAK-Ewrûpa bi zimanên Îngîlîzî, Fransizî, Almanî, Îspanyolî, Swêdî, Danîmarkî, Norveçî û Katalonî û Tirkî beyanek derxist û bangî Ewrûpiya kir ku piştgirî bidin referanduma Serxwebûnê. Beyan ji partiyên siyasî yên welatên Ewrûpa, parlamenterên Ewrûpî, çapemenî û medya, dezgehên hukumetên Ewrûpî yên siyaseta derve avadikin re tê şandin.

Di beyanê de PAK-Ewrûpa dibêje ”Kurd êdî naxwazin têkevin şerê ku ne yê wan e. Kurd êdî naxwazin biyanî û xerîb li ser jiyana wan biryarê bidin. Kurd êdî dixwazin li welatê xwe li Kurdistanê bi gelên din yên Kurdistanê re bi awayekî azad, demokratîk û di şertên wekhev de bi hev re bijîn.”

Kurdîya tevahiya beyanê li jêr e:

 

”PIŞTGIRÎYA REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANA BAŞÛR BIKIN

Di 25ê îlona 2017an de li başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê referandûmek tê çêkirin. Wekî hemû gelan, mafê gelê Kurdistanê jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike.

Li derveyî îradeya gelên ku li Kurdistanê dijîn, Kurdistan bi peymana Lozanê bûye çar parçe.

Ji ber daxwaza herî biçûk ya ji bo mafên demokratîk bi awayekî hovane zilm li wan hate kirin. Bi hezaran kurd bi gazên jahrî, bi çekên  kîmyayî û bi tevkujîyên girseyî hatin qetilkirin. Hema bi tenê di van 30 salên dawîn de li başûrê Kurdistanê li derdora 250 hezar kurd hatin kuştin.

Gelê Kurdistana Başûr, li Iraqê ji bo jiyaneke hevpar û mafên demokratîk û wekhevîyê bi dest bixin, gelek qurbanî dan. Mixabin, hikumetên merkezî yên Iraqê, ji roja ku ev dewlet hatîye avakirin bi berdewamî li dijî kurdan şer kirine da ku wan di bin zilm û zorê de bihêlin û bikin kole.

Piştî ku rejîma kolonyalîst û faşîst ya BAASê hate hilweşandin, kurdan û hikumeta merkezî di warê qanûna esasî de peyman jî çêkirin, lê mixabin hêvîya kurdan a ji bo Iraqeke federal û avakirina jiyaneke hevpar, bi dek û dolabên hikumeta merkezî hatin binpê kirin. Bo nimûne, li gor maddeya 140. herêmên ku ji Kurdistanê hatine veqetandin divê bi rapirsînekê ji gelê wan herêman bihata pirsîn ka ew dixwazin bi hikumeta merkezî re bimînin yan dixwazin bi herêma Kurdistanê ve werin girêdan. Ji sala 2006an û vir de ye ku hikumeta merkezî ji bo ku ev rapirsîn neyê kirin, her cure sextekarî û dek û dolab bi kar anîn. Û heta îro hê jî ev rapirsîn nehatîye kirin.

Bi peymanên pir aşkere, mafê siyasî, aborî û desthilatdarîyên dezgehên civakî yên ku dane hikumeta herêmê hemû hatine bêfonksîyonkirin û binpêkirin. Hikumeta merkezî ya Iraqê, di warê aborî de wezîfeya xwe ya li hember Herêma Federal a Kurdistanê bi cih neanîye. Bo nimûne, li gel ku bi hev re peyman jî çêkirine, da ku ji % 17 ji butçeya giştî ya Iraqê bidin herêma Kurdistanê, ji 2014an û vir de ye nadin. Meaşê karmendên ku di dezgehên resmî û yên dewletê de kar dikin, nehatîye dayîn. Li şerê dijî DAÎŞê kurdan gelek qurbanî dan û hê jî şer dikin û di şerê DAIŞê de rola sereke ya pêşmergeyan e, lê hikumeta merkezî meaşên pêşmergeyan jî nade.

Bi sed hezaran kes ji ber terora DAIŞê revîyan hatin Kurdistanê. Rêveberîya herêma Kurdistanê, li gel ablokeya hikumeta Bexdadê, li gor îmkanên xwe alîkarîya milyonek û heştsed hezar penaberên ji dîn û ol û milletên cihê ne dike. Hikumeta Bexdadê di vî warî de jî wezîfeya xwe bi cî neanîye û qet alîkarîyeke madî jî nekiriye.

Kurd êdî naxwazin têkevin şerê ku ne yê wan e. Kurd êdî naxwazin biyanî û xerîb li ser jiyana wan biryarê bidin. Kurd êdî dixwazin li welatê xwe li Kurdistanê bi gelên din yên Kurdistanê re bi awayekî azad, demokratîk û di şertên wekhev de bi hev re bijîn.

Ji ber vê yekê Kurd dixwazin di 25ê îlona 2017an de bi referandûmekê, daxwaza Kurdistaneke serbixwe ji gelê herêmê bipirsin. Em Kurdistanîyên ku li dîyasporayê dijîn, piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr a 25ê îlona 2017an dikin û li gel ”ERÊ”yê ne.

Em li vir bang li hemû gelên Ewropayê dikin ku piştgirîya gelên Kurdistanê bikin û destekê bidin referandûm."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin