PAK: Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê protesto dikin

PAK: Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê protesto dikin

.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Daxuyaniya ku ji alîyê Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ve hat dayîn wiha ye:

"Li gorî agahdarîyên gihîştine ber destên me, Sûpaya Pasdaran a Îranê, roja 09.09.2021ê, serê sibehê bi firokeyên bê firokevan û topan, bi bahaneya ku binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê hene, li herdu navçeyên sînorî yên Sîdekan û Balekayetî yên Herêma Kurdistanê, topbaran û bombedûman kirîye. Qaymeqamê Çomanê jî dibêje, ‘li gor zanyariyên destpêkê, ji xelkê sivîl tu ziyanên canî nebûye.’

Ev êrîşên ku Dewleta Îranê yên li ser hidûdê Rojhilat û Başûrê Kurdistanêpêk anîne, êrîşên dagirkerane ne û nîşana tirsa rejîma Îranêya ji Hêza Pêşmergeyên Rojhelatê Kurdistanê ye.

Herweha Dewleta Îranê bi van êrîşan dixwaze Herêmê Kurdistanê tehdît bike, dixwaze aramî û pêşketina Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê têk bide.

Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê protesto dikin.

Em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne.

Em dibêjin parastina destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê wazîfe û berpirsyarîyeke neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên cîhanê ne."

09.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin