PAK: Agirê Newrozê Mizgînî û Hêvîya Azadîyê Ye

PAK: Agirê Newrozê Mizgînî û Hêvîya Azadîyê Ye

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxûyanîkê Newroz pîroz kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxûyanîkê Newroz pîroz kir.

Di dxûyanîya xwe de PAK wiha got:

“Jibo miletê Kurd Newroz rojeke nû, destpêka azadîyê û cejna netewî ya gelê me ye.

Ji rûxandina zilma Dehaqê xwînxwar heta îro, agirê Newrozê herdem bi cûreyên cuda cuda geş bûye jibo azadîyê.

Carina li serê çîyan, çarina di dile her Kurdekî de pêketîye agirê Newrozê.

Agirê Newrozê, li himberî zilma Deqak, bi berxwedan û serhildana Kawa, bi  ruhê bi hezaran gêncên Kurdan bilind dibe.

Û bi deh caran jî Kawayên nemir bi agirê Newrozê doza azadîyê geş kirîye.

Bawerî, hêvî, sebir, tifaq, xebat, biryardarî, têkoşîn jî bûne ardûyên alavîya vî agirî.

Kengî  ku ewrên reş û tarî xwestibe  welatê me bifetisîne, agire Newrozê rêya azadîyê rohnî kirîye, hêvîyên me geş kirîye.

Herweha 21ê Adarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Nîjadperestîyê ye.

Îsal jiber ku em xwe, dor û bera xwe, gelê xwe û mirovahîyê ji Vîrusa Koronayê biparêzin, emê nikaribin bi awayên girseyî Newroza xwe pîroz bikin. Lê di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de dê agirê Newrozê pêkeve,  agirê Newrozê her li çîya û deşt û bajarên Kurdistanê dê pêkeve.

Û tu şika me tuneye û divê tunebe jî: Tu hêz û tu kes dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire.

Bi hêvî, bi dilsozî û bi xebateke bê westan em ê mihaqeq bi ser kevin.

Em bi van hest û bîr û baweriyên xwe Newrozê li gelê xwe pîroz dikin.”
21.03.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê


1-085.jpg

2-088.jpg

3-098.jpg

4-076.jpg

6-045.jpg

k-001.jpg

t.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin