Özçelik: Em bi wefata welatperwerê Kurd Helîm Yildirim(Bozo) xemgînin

Özçelik: Em bi wefata welatperwerê Kurd Helîm Yildirim(Bozo) xemgînin

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik li ser wefata welatperwerê Kurd Helîm Yildirim peyameke sersaxîyê belav kir.

A+A-

 

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik li ser wefata welatperwerê Kurd Helîm Yildirim peyameke sersaxîyê belav kir.

Peyama Mustafa Özçelik wiha ye:

Em bi wefata welatperwerê Kurd Helîm Yildirim(Bozo) xemgînin

Îro (08.07.2020) me bi xemgînî wefata welatperwerê Kurd, Abdulhelîm Yildirim(Bozo) bihîst. Kek Helîm jiber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê.

Kek Helîm Yildirim(Bozo) welatperwerekî Kurd, kedkar û têkoşerekî dilsoz ê doza Azadîya Kurdistanê bû.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê, ji kek Kemalê birayê kek Helîm re, ji malbat û heval û hogir û hezkirîyên xwedê jê razî re sersaxî, sebir û metanetê dixwazim. Serê gelê me sax be.

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin