Omer Faruk Gergerlîoglu hat girtin

Omer Faruk Gergerlîoglu hat girtin

.

A+A-

Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû hilweşandin, îro li mala xwe hat desteserkirin..

Kurê Omer Faruk Gergelîoglu, Salîh Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku hêzên ewlehiyê ji bo girtina bavê wî hatine.

Salih Gergerlîoglu di parvekirina xwe de wiha got “Heman rezalet hat dûbarekirin. Nehiştin ku pêlava xwe jî têke piyên xwe û wî bi kotekî derxistin.”

Roja Çarşembê 17ê Adara 2021ê Parlamentoya Tirkiyê mafê parlamenteriyê ji parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu wergirt ku ji ber belavkirina axaftinekê li ser torên civakî bi “propagandakirina terorê” hat tohmetbarkirin û bi 2 sal û 6 meh zîndanîkirin hat cezakirin.

Omer Faruk Gergerlîoglu jî ku bi kar û xebatên xwe yên ji bo mafên mirov tê naskirin, li dijî wê biryarê li jûra fraksiyona HDPê bi daxwaza `dadperweriyê` dest bi çalakiyekê kiribû û ragihandibû heta Dadgeha Destûra Bingehîn biryara dawîn nede ew ji parlamentoyê dernakeve.

Gergerlîoglu, di 21/03/2021, di roja pêncan a çalakiya xwe de li parlamentoyê ji aliyê polîs ve hatibû desteserkirin. Piştî ku îfadeya Gergerlîoglu hat wergirtin, biryara azadkirina wî hatibû dayîn.

 

gerger.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin