Occo Mahabad: Helbestvanekî Neqşebendî: Şêx Ebdulezîzê Bedlisî

Occo Mahabad: Helbestvanekî Neqşebendî: Şêx Ebdulezîzê Bedlisî

.

A+A-

 

Occo Mahabad

Şêx Ebdulezîzê Bedlisî helbestvanê dawiya sedsala XIXem û destpêka sedsala  XXem e. Ev helbestvanê girîng di dema dawî ya dewleta Osmanî de jiyaye. Mixabin em sala jidayikbûna wî tam nizanin.  Di derheqê wî de zanînên berfireh di destê me de tune. Navê wî yê fermî Ebdulezîz e û kurê Ebdulkerîm e. Perwerde û îcazeta xwe ji Şêx Fethullahê Werqanisî stendiye. Ji ber vê tête hesibandin ku ew girêdayî terîqeta Neqşebendiyê ye.

Secereya Terîqeta Neqşebendiyê bi Yusuf Hemedânî (1048-1140)  ve tê destpêkirin lê tê bawerkirin ku ji aliyê Şêx Muhemed Bahaudîn (m.1389) ve hatiye avakirin û binavkirin.

Şêx Ebdulezîzê Bedlisî jî wekî xoceyê xwe Şêx Fethullahê Werqanisî di riya tesewifê de hewl daye, bi ilm û irfaneke terîqî, xelîfetiya Neqşebendîtiyê wergirtiye, bi vî awayî gihîştiye merheleya şêxî. Tê zanîn ku Şêx Fethullahê Werqanisî ji bo belavkirin û fêmkirina baweriya terîqeta Neqşebendiyê gund bi gund mal bi mal geriyaye, peywira xwe ya olî û ilmî bi dildarî bi cih aniye.

Em dîroka mirina Şêx Ebdulezîzê Bedlisî bi qethî nizanin lê mirina xoceyê wî Şêx Fethullahê Werqanisî 1899 e. Lewma tê texmînkirin ku mirina wî li dora destpêka sedsala XXem e. Ev helbestvanê Neqşebendî û tesewifî di navenda Bedlisê de jiyana xwe ji dest dide û li wir tê veşartin.

Şêx Ebdulezîzê Bedlisî xwedî dîwanekê ye. Di dîwana wî de helbestên wî yên Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdî hene. Bêhtirîn helbestên wî medhiyeyên tesewifî ne. Ya herî balkêş di dîwana wî de bi hemû herfên elîfbêya erebî helbest hatine nivîsandin.

Şêx Ebdulezîz helbestvanê dawiya sedsala XIXem û destpêka sedsala  XXem e di nav helbestvanên Bedlisî yên dawiya Osmaniyan de helbestvanekî Neqşebendî û girîng e.

ÇAVKANÎ:

-Hemdî Ebdulmecîd Selefî, Tehsîn Îbrahîm Doskî, Mu’cemu’ş-Şu’erai’l-Kurd, Spirêz.

-A. Adak, Helbestvanên Klasîk ji Perspektîfa Heremî.

-Cevdet Karaman, Alimê Amil Şêx Fethullahê Warqanisî.

-Ekrem Sağıroğlu, Şah-ı Nakşibend : Muhammed Bahaeddin Buhari: Hayatı, Sözleri,  Halifeleri, Yasin Yayınevi; 1. basım (1 Ocak 2015).

- Mustafa Kara, Tasavvuf ve Tarikatler Tarihi. Dergah Yayınları, İstanbul.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin