Nuha jî dor hat yasaxkirina kincên kurdî

Nuha jî dor hat yasaxkirina kincên kurdî

Dewleta tirk yasaxên xwe roj bi roj zêde dike.

A+A-

Zinarê Xamo


Dewleta tirk yasaxên xwe roj bi roj zêde dike. Piştî wêrankirina bajaran û kuştina 8 hezar keç û xortên kurd, nuha jî li Diyarbekrê kincên kurdî, şal û şapikên kurdê, kiras, fîstan, qilçik, melûtan, qutik, şar, welhail hemû cil û bergên kurdî yên netewî li kurdan yasax kirine.

Waliyê Diyarbekrê Huseyîn Aksoy, gava li Diyarbekrê li Çarşiya Şewitî geriya ye kincên kurdî yên rengorengo, şal û şapikên kurdî ew gelkî aciz kiriye û ji bo yasaxkirinê tavilê ferman daye ku êdî li Diyarbekrê kincên kurdî, şal û şapik neyên firotin.

Polîs li Çarşiya Şewitî dikan bi dikan geriyane û ji dikandaran ra gotine, dibê hûn hew van potik motikan bifroşin, heger carek din em werin û ev potik motik hîn li vir bin, emê him hemûyan top bikin û him jî 8 hezar lîre ceza bidin her dikana van potikan difroşe.

Hêdî hêdî, dawiya siyaseta ”yek milet, yek dewlet, yek welat, yek al, yek ziman” ev e. Ji bo ku yek milet yanî miletê tirk were xuliqandin dibê kurd, zimanê wan û helbet kincên wan jî nemînin, were yasxakirin. 
Dibê her tişt bibe tirk û tirkî.

Di di her warî da, dîrokî, kulturî, mîmarî, cil û berg, dibê tu şopeke kurdan û kurdayetiyê nemîne. Her tiştê ku kurdan tîne bîra meriv dibê were yasaxkirn, ji ortê rabe.
Kinc jî aksesuar jî netewî ne, li gorî miletan û kulturan diguherin. Mesela fîstan û çefî û egal libaseke ereban ya netewî ye, mexsûsî wan e.
Şal û şapik û kincên pîrekan jî ji bo kurdan wisa ye, qiyafetên kurdan yên netewî ne û perçeyekî kultura me yên esasî ne.

Li tirkiyê dewlet bêyî kurdan tu tiştekî miletên din yasaxa nake, tirk bêyî tiştên mexsûsî kurdan ji tiştên(ziman, kinc, muzîk, al û hwd.) tu miletekî din aciz nabin.

Mesla kincên lazan, gurciyan, qereçiyan, ereban, farisan, ozbekan, azeriyan, qirgizan, yûnanan, boşnakan, axir bêyî kurdan kincên tu miletekî yasax nakin, tenê bela xwe di kurdan didin, tenê tiştên kurdan yasax dikin.

Ji ber ku dixwazin kurdan ji ortê rakin lema. Ji bo ku tu bikanibî miletekî asîmîle bikî, yanî hêdî hêdî qetil bikî, dibê tu zimanê wî miletê, sembolên wî miletî, cil û bergên wî miletî, kultura wî miletî, bi kinî şiklê jiyana wî miletî ji ortê rakî.
Û tiştê dewleta tirk dike jî ev e. 

Ji bo ku plana wan jenosîda kurda ye, lema jî her tiştê aîdî kurdan û her tiştê kurdan tîne bîra meriv yasax dikin, nahêlin bijî…
Yanî tirk bi rengekî sîstematîk dixebitin ji bo ku me kurdan wek milet ji ortê rakin. 
Ev pir eşkere ye. 

Kurdê viya nebîne ya totikvala ye ya jî dixwaze bibe tirk, di dilê xwe da hevalê tirka ye.
Siyaseta Erdogan ya ”yek milet” ev e; bi çi riyê dibe bilra bibe dibê kurd jî wek miletên din bihelin, bibin tirk… 
Ewê nuha axaftina kurdî jî li kurdan yasax bikin. Hêza kincan yasax bike çima ewê zimên yasax neke?

Çima ewê muzîkê yasax neke?
Tu zirara kincan tuneye, ziman tahlûketetir e.
Lê her tişt bi derbekê da nebe, hêdî hêdî, nuha ewê dor were zimên û gelek yasaxnên din jî.
Lê hîn jî bi hezaran kurdên bêxîret hene ji dû qûna Erdogan û AKPê venaqetin, hîn jî ji Erdogan ra li çepikan dixin, hîn jî derdikevin telewîzyonan û bêyî şerm pesnê vê hukûmetê û Erdogan didin.

Pere kane hin kesan bikire û pir rezîl bike. Heta bike cahş û qatilê gelê xwe…

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin