Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Neyekrêzîya mala Kurd û bertek û encamên navneteweyî

A+A-

 

Pirsên siyasîyên navxweyî, dijberîya kronîk (domdar), neyekrêzîya hêzên siyasî, lihevnekirina ser amancên neteweyî, di qada navneteweyî da, taybetî li ser hêzên dost û hevkarên di şerê li dijî DAİŞê da, dibe sebeba karîgerîyek neyînî (negatîf), bona pêgeha Kurd û Kurdistanê rojeva gengeşîyên siyasî û diplomatîk, êdî ne wekî yek du sal berê di asta herê germ da ye.   

Bo mînak, li başûrê Kurdistan‘ê şerê li dijî DAİŞê girîngtir e bona Dewletên Hevpeyman, taybetî bona Dewletên Yekbûyî Amerîka, ji bêaramîya navxweyî.

Xasima bona rizgarkirina Musilê, DYA naxwaze li ser mijarek din biaxife, jixwe li ser pirsekê berdevkê Wezareta Derva peyam da ku rizgarkirina Musilê berî her tiştî ye.

Herweha, li başûrê rojavayê Kurdistan’ê jî, dîsa mijara têkoşîna li dijî DAİŞê girîngtir e, bona hêzên hevpeyman, taybetî bona DYA.

Weha dixuye, ku heta DAİŞ têk neçe, bajarên Iraq û Suriyê ji vê rêxistina hov rizgar nebin, DYA û dewletên hevpeyman naxwazin li ser mijarek din biaxifin.

Dema DYA helwestek weha bigre, jixwe dewletên din yên di nav Hêza Hevpeyman da cî digrin bêhelwest dimînin, an di nav çarçoweya siyaseta DYA tevdigerin.

Jixwe, li bakurê Kurdistanê rewş bi avakî din birêve diçe, êrişên ku di qada navneteweyî da terorîzm tên nasîn, mij û dûmanê li ser siyaseta bakurê Kurdistan‘ê tarîtir dike.

 

Heçku, salekê berê têkilî û helwesta hêzên navneteweyî li beramberê Kurdan ne wekî îro bû, taybetî li başûrê Kurdistan‘ê hêzên siyasîyên Kurd girigîyek mezin hebû.

Em nizanin, piştê têk birina DAİŞê û rizgarkirina bajarên Suriyê û Iraq’ê, gelo helwest û têkiliyên hêzên navneteweyî, bona Kurdan, taybetî bona başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê dê çawa bibin?

 

Gelo angaştên ku dibêjin „Kurd îro wekî hêza reşayî bi kar tên, piştê têk birina DAİŞê evê tena bi serê xwe bimînin.“

Dema mirov mînakên ji dîrokê bibîr tîne, mirov bi dibetîyek weha neqenc dilgiran dibe.

Bêşik, cîhan ne wekî berê ye, herweha herêma Rojheta Navîn, dîsa Kurd jî ne wekî dehan salan berê ne, taybetî piştê alozîya Iraq‘ê û derketina DAİŞê, ku herêm wekî pêla wêrankariyê da ber xwe û karesatek ku mirovahîyê heta îro nedîtibû, wekî ewreş û bêrehm li ser herêmê ra xwe ragirt.

Eger Kurd nebûna, hêza Kurdan nebûya DYA û dewletên hevpeyman dê çawa hêzên xwe li herêmê cîbicî bikirana û li ser erdê li dijî DAİŞê şer bikirina!

Dîtinek hevpar e, ku hêz û şerkirina Kurdan şayanê pesnê ye û li ser paşeroja şerê li dijî DAİŞê jî karîger e.

 

Lê îro, peyam û têkiliyên berpirsên DYA û dewletên hevpeyman, peyam û têkiliyên wana tena di çarçoweya têkoşîna li dijî DAİŞê da ye û ev jî dibe sedema endîşeyê.

Bona pêgeha başûrê Kurdistanê û herweha pêgeha başûrê rojavayê Kurdistanê ti peyam û têkiliyên ku mirov bona paşerojê hêvîdar be an tine ne, an jî ji hinek dewletên biçûkên Ewrupa tên bihîstin.

Li vira pirs ev e, gelo sedema vê siyaset û helwestê çi ye?

Çima, dema mijar hat li ser rapirsîn û pêgeha Başûr û başurê rojavayê Kurdistanê sekinî, çima ev bêdengî, an peyamên li ser guh ra avêtin, girû kirin.

Sedema ev helwest û siyaseta ku hinek kes bi „durûtîyê“ şîrove dikin, vedigere ser rewşa nav mala Kurdî bi xwe, ango bêyekrêzîya partiyên Kurdî, li ser amancên neteweyî lihevnekirina van partîyan, li ser helwest û siyaseta navneteweyî karîgerîyek neyînî encam dide.

Eger em fîdekar nebin, „hertişt ji min ra“ bêjin, raman, helwest û siyasetek weha di qada navneteweyî da naye fam kirin, taybetî ligel cîhana Rojava.

Herkes dizane, ku di têkoşîna neteweyî da ji alîyê siyasî û ramanî va rengînî heye, lê li ser amancên neteweyî hevkari divê, ti caran „her tişt li min ra“  nabe.

Siyasetek weha heta îro bi serneket, ti mînakên wê tine ne.

Her hêzek siyasî, divê hinek li jeopolîka Kurdistan‘ê birame.

Kurdistan di navenda herêma Rojhelata Navîn da çî digre, gelo pêdivî heye ku em qala çand û peywendiyên civakî, siyaset û terora li herêmê serdest e bikin?

Li herçar alîyên Kurdistan‘ê bêramîya siyasî heye, şer û pevçûn heye, têkoşînek dijwar didome û ewlehîya neteweya Kurd di bin metirsiyê da ye.

Ango, Kurdistan ne li navenda Ewrupa ye, bêşik helwest û siyaset jî di encama rastîya herêmê da dê bêt çespandin û birêvebirin.

Me hêvî dikir, ku di sed salî peymana Sykes-Picot da li başûrê Kurdistanê rapirsîn bête kirin, rewatîya dewleta serbixwe bête selmandin, lê em dibînin ku li şûna yek dewletê, mixabin nuha başûrê Kurdistanê bûye du herêm; Hewlêr û Silimanî.

Dîsa li başûrê rojavayê Kurdistan‘ê nûçeyên nexweş û nelixêrê tên bihîstin, PYD serokê ENKS dersînor dike, gellek siyasetvanên di nav ENKSê da derdest dike û rêûresma cangorîyên pêşmergeyên başûrê rojava Kurdistan’ê prowoke dike.

Li gel rewşek weha da, eger Kurd bi xwe li dijî hevûdin neyartîyê bikin, ligehev fîdekar nebin, hêzên navneteweyî dost bin jî, xwe nakin bin barekî weha ku kes nizana dê suba çi lê were!

Bi bawerîya min, cîhan amede ye, ku li Rojhelata Navîn Kurdistanek serbixwe bibîne û piştevaniyê jî bike, lê Kurd bixwe ne amadene.

Divê rayagiştîya Kurd, entelîjensîya Kurd rabe ser pîyan, dengê xwe bilind bike û li ser hêzên siyasî karîger be, li qedera xwe xwedî derkeve.

19.08.2016/Dusseldorf 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin