Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

"Netewa Demokratîk" tê çi wateyê?

A+A-

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser 2 rêmanên (Têgînên,kawram) ku Murray Bookchin avêtîye holê û parastina van rêmanan ji terefê Abdullah Ocalan û PKK de wek îdeolojî ya olekê tê parastin rawestim.

Em bi hev re binav bikin:

"Netewa demokratîk " çîye?

Çima PKK afirandina "netewek îdeolojîk"(!) da ber xwe?

Tên çi wateyê û xizmetê ji çi/kê re dike?

Pêşî em bi kurtayî li ser netew rawestin:

Netew çîye? Hêjayên ku netew dispêre vê rêmanê çîye?

Bi raya min ev rêman pir zelale û nabe ku li ser vê rêmanê lîstik çêbibe. Heger lîstik bibe armanc, meram dibe têkbirina netew!

Netew; Civatek bi çanda xwe, zimanê xwe û bi dîroka xwe, li ser axekê dîrokek hevpar derbas dike û ruhekî netewî derdixe ber me. Ev rêman a netewî ye.  Bi hezar salan bihev re hêjayîyek hevpar derdixe holê û li ser vê axê û bi van hêjayîyan binav dibe. Ev binavbûn, hin navê netew  derdixe ber me û hin jî navê binavkirina axê (niştiman) diafirîne. Ya ku bitevdegerînek hevpar netew derdixe ber me eve. Ezê wek mînak "civata Kurd" bidim:

Kurd-Kurdistan!

Kurd wek civat li ser axekê bi hev re zimanek, çandek, dîrokek û welatek afirandine. Navê Kurd ji çand-zimanê vê civatê tê. Gihîştina asta netewî li ser axekê bi dîroka xwe re, li ser rêman a netewî, ruhekî  bihevre, tevgerîn derdixe holê. Ev jî binavkirin a Kurd û Kurdistan bi xwe ye. Ev di binavkirina vê civatê de bandora herî mezin çand-ziman, dîrok e ku netew bibandor dike li ser xaka niştimanî.  Li ser esasên bingehîn, di nav xwe de  ruhekî hevpar û dîrokî derdixe holê ku; ji rêmanên sexte, çêkirîn dûr û xortire. Ev netewe, Navê vî, hêza wê, ji afirandina şaxên dîrokî û koka xakê ku li ser bihevre jiyaye tê. Ji hevparîya ziman-çand, êş-bextîyarî û serpêhatîyek dîrokî tê.

PKK bi îdelolojîyek seqet, li seranserê Kurdistan vê rastîyê serûbin dike. Rêman a "netew" ne rêmanek ku em pê bilîzin û li gor xwestin û meramên xwe yên partîzanî biguherinin. Ne emrê hêzekê û ne jî emrê dirêjayîya ramanekê heye ku vê afirîna netewî ku bi dehan hezar sal derketîye holê û bûye fezaya jiyana netewî  bidin guhertin!..

Tenê dikarin netew têk bibin û serûbin bikin(!) Tên û bandora mêtînkerî li ser netewan û têkbirina netew li ser çend bingehan dimeşe:

 1-Jibîrkirina ziman e bi pergala asîmîlasyonê,

2-Serûbin kirin û jibîr kirin a dîrok a hevpar e,

3-perçekirin û şikenandin a hewldanên netewî yên hevpar e. Metinker, li ser vê tomarkirina serkevtinan, pîlanên têkbirina netew dikin armanc ji xwe re û dimeşînin.

PKK çi dike?

Ne bi hestên netewî ku bi dehanhezar sal hatîye meyandin; bi rêmanên sexte û bêwate "netewek îdeolojîk" derdixe ber me. Ji dîrok, çand-ziman û xakê diqetîne û dikişîne nav wargehekî texlît ku bandora mêtînkeran  hêsan bibe. Di virde ez dixwazim balê bikişînim ser van herdû pergalan ku di warekî de ji yek armancê re xizmetê dikin. Şikenandina rûhê netewî yê hevpar û têkbirina ramanên netewî. Ev jî teslîmgirtina netew bi xwe tîne û bingeha têkbirina doza netewî amade dike. Sebeba ku PKK dijminê ruhê Kurd yê netewî ye ji vir tê. Cûre bi cûre Rêmanan derdixin (redkirina dewleta netewî, netewa ekolojîk-demokratîk, biratîya gelan, netewa demokratîk, Federasyona demokratîk a gelan) pêşîya rûhê netewî digire ku netew, li ser axa xwe bê kok bê wate bimîne!

Wê PKK çawa "netewek demokratîk" biafirîne?

Çima PKK, hêz û bandora netewî ku li ser hêjayên dîrokî afirîne, terk dike û dixwaze ku Kurdan bi hefsarê mêtînkeran girê bide?

Netew ji her hêz, tebeqe, grûb û hebûnên di nav civatê de dînamîzmek bibandor, netewî û hevpar derdixe ber me. Ji civatê ne grûbek neqî û li gor îdeolojîyê ye. Hêzên netewî bigire heta, diz, pêxwas, karker, dewlemend û têkhateyên piçûk pêk tê. Dema ku em bixwazin van hêz û têkhateyan li gor îdelolojîyek seqet serûbin bikin tê çi wateyê? Tê wateya serûbin kirina ruhê netewî bi xwe. Jikenandina rûhê netewî bi xwe ye. Armanc a PKK di vî warî de zelal e: Dixwaze netew ji hêjayîyên netewî  û niştimanî û dîrokî dûr bixe, rêman a netewî bêwate bike û li ser esasên partîzanî-îdeolojî civatekê derxe holê ku pêşîya hewldanên netewî bigire(!)

Îro bi hawayekî eşkere ev bandora PKK a îdeolojîk û partîzanî derdikeve ber me ku hemû hêjayî yên Kurd û Kurdistan yên netewî terk dike û "netewek îdeolojîk"(!) derdixe ber me. Armanca PKK ku "netewa demokratîk" diparêze û dewleta netewî red dike li ser van armancan bilind dibe. Xizmetê ji armancên mêtînkeran re, ku li ser asîmîle kirin, şikenandin û ji holê rakirina netewan dimeşîne dike.

Li ser yek armancê hevûdû temam dikin: Şikenandina hewldanên netewî yên hevpar. Bi afirandina "civatek îdeolojîk-partîzanî" dixwaze di vî warî de serkevtî be. Bi hêzbûna van hewldanên îdelolojîk, têkbirina rûhê netewî ye.

12.08.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum