Naveroka civînên şanda MSDê li gel berpirsên Rûsî

Naveroka civînên şanda MSDê li gel berpirsên Rûsî

.

A+A-

Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê civiyan û dawî pêşhatên li navçeyê gotûbêj kirin. Endamekî şanda MSDê behsa naveroka civînan kir û got, aliyê Rûsî amaje bi nenavendîbûna Sûriyê û modela Rêveberiya Xweser kir. Herwiha aliyê Rûsî piştevaniya xwe ji diyalioga Rêveberiya Xweser û Şamê re tekez kir.

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê civîna Sergey Lavrov û Îlham Ehmed daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê di civînê de rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin û bi taybetî behsa çareseriya siyasî ya bo kirîza Sûriyê li ser bingeha biryara 2254 a Encûmena Asayîşa Navdewletî hat kirin.

Lihevkirina aliyên Sûrî

Di daxuyaniyê de hatiye, geşedana aborî û vegerandina penaber û koçberan li gel pêşkêşkirina alîkariyên mirovê mijarên din yên civîna Lavrov û Ehmed bûn.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, aliyê Rûsî amadebûna xwe dûpat kir bo berdewamiya hewlên xwe li ser pêkanîna rêkeftinê di navbera aliyên Sûrî de ku ev yek jî di çarçova vegerandina serwerî û parastina yekperçeyiya Sûriyê de.

Li aliyê din Seroka Cîbicîkar a di çarçova hevdîtinên xwe yên li Moskowê de, li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov jî civiya.

Di civîna Mikhail Bogdanov û Îlham Ehmed de jî rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê û seranserê wî welatî û dawî pêşhatên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Misogerkirina mafên pêkhateyan

Li gor Wezareta Derve ya Rûsyayê, “mîsyona aktîvkirina çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî, jinûve avakirina aboriya wê û qada civakî, vegera koçber û penaberan û pêşkêşkirina alîkariyan” mijarên din ên civînê bûn.

Her li gor daxuyaniyê aliyê Rûsî di civînê de tekez kir ku ew dê hewlên xwe ji bo lihevanîna aliyên Sûrî berdewam bike ku  “serwerî û yekîtiya axa Sûriyê di zûtirîn dem” bê vegerandin û “mafên rewa yên hemû pêkhateyên ayînî û etnîkî yên li Sûriyê misoger bibin.”

Endamê Encûmena Serokatî ya MSDê û Berpirsê Dosyeya Karûbarên Rûsyayê Sîhanok Dîbo li ser naveroka civîna li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê ji ajansa Anha re ragihand ku di civînê de hat tekezkirin ku Rûsya piştgiriyê dide diyaloga aliyên Sûrî, taybet jî diyaloga Rêveberiya Xweser û Şamê.

Sîstema nenavendî bo Sûriyê

Sîhanok Dîbo herwiha amaje bi wê kir ku rewşa Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Rêveberiya Xweser, mijara sereke ya civînan bû û çareserkirina krîza Sûriyê li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişa NYê jî cihekî girîng di civînan de girt.

Li gor Sîhanok Dîbo Lavrov nîşan da ku divê MSD di proseya siyasî ya Sûriyê û xebatên amadekirina destûra nû ya Sûriyê de cih bigire, wekm “derfetek ciddî” binav kir û amaje bi nenavendîbûna Sûriyê kir ku Rêveberiya Xweser jî yek ji modelan be.

Herwiha Sîhanok Dîbo da zanîn ku di civînan de tekezî li ser wê hat kirin ku ti herême Sûriyê ji aliyêkariyên mirovî bêpar nemîne.

Serdana li ser vexwendina fermî

Şanda Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) bi serpereştiya Îlham Ehmed li ser vexwendina fermî li Rûsyayê ye.

Şanda MSDê jibilî Seroka Cîbicîkar a encûmenê, ji endamê Encûmena Serokatî ya MSDê û Berpirsê Dosyeya Karûbarên Rûsyayê Sîhanok Dîbo, Hevseroka Encûmena Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê, Cîgirê Hevserokatiya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Moskowê Rêşad Bênav û Nûnerê Partiya Yekîtiya Demoktratîk (PYD) yê li Moskowê Ebduselam Elî pêk tê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin