NATO masterplana li dijî Rûsyayê pesend kir

NATO masterplana li dijî Rûsyayê pesend kir

.

A+A-

Pêwendiyên navbera Hevpeymaniya NATO û Rûsyayê ber bi xirabûnê ve diçin. Her di vê mehê de Hevpeymaniya NATO, hejmarek ji endamên nûnerên Rûsya di nav NATO de bi sîxurî tohmetbar kir û biryar da ji baregehên xwe dûr bixe.

Hejmara endamên nûnerên Rûsya nîv bi nîv hatine kêmkirin. Rûsya jî bi armanca tolstendinê biryar da, ji 1ê meha bê ve nivîsîngeha NATO ya li Moskowê bigire.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dibêje, Moskowê hewl da nakokiyên ligel NATOyê bi guftugoyan çareser bike. Lê li gor gotina wî, NATO amade nebûye bi hev re kar bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, dibêje, “NATO bi xwe ew yasa bin ax kirine ku encumena Rûsya û NATO li ser li hev kirin. Bi taybetî jî yasayên hemahengiya di rewşên awarte de. Ew tişta wê dema destpê kir ku Amerîkiyan hana kutadeya Sibata sala 2014an ya Ukraynayê da û piştgirî kir.”

Sala 2014an destpêka xirabûna pêwendiyên navbera NATO û Rûsya bû. Dema ki Moskowê nîvçe girava Kirimê, wek beşek ji axa Rûsyayê ragihand.

Welatên Rojava, serweriya Rûsyayê li ser Kirimê nasnekirin û heta niha jî wek beşek ji axa Ukraynayê qebûl dikin û Moskowê bi piştgiriya cudaxwazên Rojhilatê Ukraynayê tohmetbar dikin.

Roja pêncşemê, piştî civîna wezîrên berevaniyê yên welatên endamê NATOyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltonberg ragihand, pêwendiyên ligel Rûsya gihîştine xirabtirîn asta piştî şerê sar.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltonberg, dibêje, “Em reftarên têkderane yên Rûsya teqlîd nakin û ti nêteke me nîne mûşekên atomî yên zemînî li Ewropa bi cî bikin. Em ji bo bersiva wan gefan bidin pakêteke hevseng bi rêkarên siyasî û serbazî bi kar tînin. Bi rêya vê paketê geşedaneke diyar di sîstema berevaniyê ya mûşekî û esmanî dikin. Bi rêya firokeyên şerker ên nifşa pêncem şiyana xwe zêdetir dikin. Fêdeyê ji rahênan û îstîxbarata xwe dibînin û amadebaşî û serkeftina berevaniyê atomî jî bi hêztir dikin.”

Ev pakêta Stoltonberg, destnîşan kir ji masterplana ku wezîrên berevaniyê yên endamê NATOyê roja pêncşemê li ser li hev kirin bo parastina ji êrîşeke Rûsya, li Deryaya Baltik û Deryaya Reş amadehiyan bikin, di nav de egera destpêkirina şerê atomî.

Her di çarçoveya wê planê de amadekarî bo rêgirîkirin ji êrîşên elektronî û milyarek dolar bo dabînkiriba tekonolojiya nû ya NATOyê hat terxan kirin.

Hem berpirsên NATO û hem berpirsên Ewropa behsa wê dikin ku misoger nîne Rûsya êrîş bike ser NATOyê. Lê, li gor dîplomatên Ewropî û Amerîkî ji ber Rûsya çekên pêşketî bi pêş dixe, pêwîst e ew jî li navçeyên Ewropa û Deryaya Atlas tedbîrên xwe werbigirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin