Nameya Barzanî bo Kruşçev

Nameya Barzanî bo Kruşçev

Kurmancîya wê: Zîya Avci

A+A-

Bi minesebeta 40 salîya koça dawîyê ya birêz seydayî Mele Mistefa Barzanî, em nameka wî ya di sala 1954an de ji Kruşçev re şandîye pêşkêş dikin.

Ev name di kitêba bi navê: “Di Arşîva Rûsyayê de Mistefa Barzanî -1945-1958” ya ji alîyê Dr. Efrasiyaw Hewramî hatîye amadekirin, hatîye wergirtin.

Kurmancîya wê: Zîya Avci

 

 

Ji Bo Sekreterê Giştî Yê Partiya

Komunîst a Yekîtîya Sovyetê

 

Hevalê Hêja, Birêz û Mezin Kruşçev

 

Yek: Ez hêvîdar im ku sihheta te baş be û hemî daxwaz û hêviyên te bi cih bin.

Dudu: Ez bi dilekî germ sipasê we dikim. Her çend dibê ez bêjim, ji min re gelek cihê mixabinî ye ku ez nikarim li gorî pêwistî sipasê mirovayetî û ew agahdariyên we yên li hemberî min hebûne bikim; lê ez hêvîdar im ku hûn van kil û kêmasiyên min bibexşînin.


Sisê: Wekî ku hûn jî agahdar in, partiya me ya Demokrat, di sala 1947an de ferman da min ku ez bêm Yekîtîya Sovyetê. Min jî wê fermanê bi cih anî. Em 500 kes bûn û piştî acizî û westîneke giran me xwe gihand ser sînorê Yekîtîya Sovyetê. Ew mirovên bi min re hemî birayên min in û gelê me wan bi min re şandine. Ez li hemberî gelê xwe û partiya wan di hemî warî de berpirsiyar im. Lê ji roja em hatine nav erdê Yekîtîya Sovyetê pey ve, ev berpirsiyariya han ketiye ser mile we û wekî hemî gelên din, mafê me yê heq û xweşiya jiyanê heye. Em dizanin ku we jî alikariya me kiriye û em çaveriya litf û destvekiriya we ne û em ji bo azadiya gelê xwe daxwaza piştivanî û çavdêriya we dikin. Birayên me ku ji erd, welat û gelê xwe dûr in, çi tiştî wan hebûn ji destê xwe kirin, partî û gelê me ew şandin li vir. Niha wan xwe avêtiye we û ji we daxwaz dikin ku ji bo pêşketin û avakirina welatê xwe, pêwistiya wan bi zanistiya bilind, nesîhetên zêde û sexîtiya we heye.


Dê dîroka Kurdistanê tev van binivîse û ew dema ku xwe di himbêza Rûsyaya ezîz, dewleta Yekîtîya Sovyetê, serekên zana, Partiya Komunîst a mezin û we yê birêz de bibîne, dê ew di dilê gelê me de bimîne.

Ez hêvîdar im ku hûn bi ruhê min ê rasteqînî têbigehin.

Barzanî Mistefa Mihemmed

   Îmza

25ê çirya pêşî 1954

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin