Mustafa Özçelik: Jîyana Mele Mustafa Barzanîyê Nemir, kurteçîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e

Mustafa Özçelik: Jîyana Mele Mustafa Barzanîyê Nemir, kurteçîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik, bi hilkefta 40emîn salvegera wefata wî de bi peyameke nivîskî Mele Mistefa Barzanîyê Nemir bibîr anî.

A+A-

Payama Rêzdar Mustafa Özçelikî ev e:

"Mele Mustafa Barzanîyê Nemir, rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bibîr bînin.

Ew di 14.03.1903an de ji dayîkbûye û di roja 01.03.1979an çûye ber dilovanîya xwedê. Ango adara îsal, 116mîn salvegera ji dayikbûna wî û salvegera 40emîn ya wefata wî ye.

Ji roja jidayîkbûnê heta wafata wî, jîyana Mele Mustafa Barzanî, kurteçîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ya di sedsala 20an de ye.

Jîyana Mele Mustafa Barzanîyê Nemir, bi şer, heps, koçberî, surgun, wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana M. Mustafa Barzanî, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsîyet ve hatîye hûnandin.

melemistefa1.jpg

Melle Mustafa Barzanî di temama jiyana xwe de, tu carî nefsbiçûktî, sebir, tolerans û xweşbînîya xwe ji dest berneda.

Mele Mustafa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye. Rêbaza M. Mustafa Barzanî, berdewamîya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîya doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Qazî Mihemed e.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî ye.

Weke Serfermandarê Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di ava kirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lehîstî ye. Ew damezranêr û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistan-Iraqê ye. Mele Mustafa Barzani, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li Yekitiya Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke gelek zehmet derbas kir.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegerîya Iraqê lê di demeke kurt de, mecbûr ma di sala 1961ê de şoreşa îlonê destpêbike. Di 11ê adara 1970yê de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanê pêk neanîn. Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatina Iraq û Îranê û nevbencîtîya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya jibo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikest xwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand. Vekişîya İranê. Û di roja 1ê adara 1979ê de jiber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê.

 

melemistefa4.jpgAla Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanî yê nemir kir, tu carî neket erdê. Û ew alaya ku Mele Mustafa Barzanî yê nemir teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dide.

melemi.jpg

Xebat, têkoşîn, sekin û şexsîyeta Mele Mustafa Barzanîyê Nemir îro jî ji bo hemû Kurdên cîhanê cîhê rêzê û hêvîyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û serokek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû.

Mele Mustafa Barzanîyê Nemir serokê partiya xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye.

Mele Mustafa Barzanîyê Nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye.

Azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzanîyê nemir.

Em di 40emîn salvegera wefata wî de Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîr tînin. 01.03.2019

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin