Muhsin Tahir: Me û PYDê li ser piranîya xalên Lêvegera Sîyasî li hev kir

Muhsin Tahir: Me û PYDê li ser piranîya xalên Lêvegera Sîyasî li hev kir

Endamê Polîtboruya Partîya Demokrata Kurdistanê-Sûrîye, Muhsin Tahir ragihand, danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera ENKS û PYNK de berdewam in û tekez kir, herdu alîyan li ser piranîya xalên Lêvegera Sîyasî li hev kirin.

A+A-

Ji bo axaftina derbarê pêşketinên herî dawî yên danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de, Endamê Polîtboruya PDK-Sê Muhsin Tahir beşdarî Bultena 19:00 a Rûdaw TV ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û têkildarî mijarê agahîyên nû dan.

Muhsin Tahir ragihand, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) û Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurd (PYNK) niha derbarê rêveberinê û Lêvegera Sîyasî de li danûstandinan dikin û got mijara rêveberîyê hêj di dîyalogê de ye, bi dawî nebûye û gotûbêj li ser berdewam in.

Di berdewamîya axaftina xwe de, Muhsin Tahir da xuyakirin, ji bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê projeyeke ENKSê û projeyeke PYDê heye û got: “Projeyeke me heye û ya wan heye li ser vê mijarê, tevlihev dibin, xalên cuda cuda tên dîtin û li ser van xalên cuda em hewl didin van xalên ku dûrbûn têde heye, bi alîkarîya şanda amerîkî em van xalan nêzîkî hev bikin û li ser erê bikin.”

Tahir da zanîn, têkildarî meseleya rêvebirinê hinek pirsgirêk hene û got, “em bi hêvî ne di demeke nêzîk de ew pirsgirêk bêne çareserkirin.”

Endamê Polîtboruya PDK-Sê derbarê Lêvegera Sîyasî de jî got, herdu alîyan li ser piranîya xalan li hev kirine û pêngavên baş ji bo wê hatine avêtin û tekez kir, “em dikarin bêjin piranîya Lêveger erê bûye lê hinek xal mane, ew jî hêvîya me ew xal jî herin serî di dema bihê de.”

Tahir amaje bi berdewamîya danûstandinên Kurdî-Kurdî di bin çavdêrîya Amerîkayê de kir û da zanîn, ew geşbîn in ku danûstandin serkeftî bin û nakokî û pirsgirêkên mayî jî çareser bibin û ew derbasî qonaxeke din bibin.

Tahir dîyar jî kir, herdu alîyên danûstandinan jî ji bo pêkanîna yekrêzîya Kurdî ya tevgera Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê neçar in.

Bi gotina wî serkirdeyê PDK-Sê, mijara beşdarîya partîyên li derveyî ENKSê û PYNKê di rêveberîyê û Lêvegera Sîyasî jî de hêj nehatîye gotûbêjkirin û destnîşan kir, ew weke ENKSê ti problemeke wan nîne ku partîyên din jî tevlî proseyê bibin.

Muhsin Tahir herwiha dîyar kir, ew li ser bingeha Rêkeftina Duhokê danûstandinan dikin û got, “lê em rewşa niha ku em tê re derbas dibin, li ber çav digirin.”

ENKSê û PYDê di qonaxa yekem a danûstandinan de rêkeftineke sîyasî îmze kiribûn û li hev kiribûn, ku di qonaxên bihê de li Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 ji xwe re bikin bingeha danûstandinan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin