Mînîbusa koçberan li Amedê wergerîya: kesek mir

Mînîbusa koçberan li Amedê wergerîya: kesek mir

Li Bakurê Kurdistanê, mînîbusek ku hejmarek koçberên neyasayî ji bajarekî bo bajarekî din vediguhestin li ser navbera Amed-Farîqê wergerîya û di ‎encamê de koçberekî canê xwe ji dest da û 12ê din jî birîndar bûn.‎

A+A-

 

Navenda Nûçeyan

Li gor medyayên Tirkîyê, derengê şeva bihorî mînbusek ku ji bajarê Wanê ve hejmarek koçberên neyasayî ‎vediguhest, li ser rêya serekî ya Amed-Farqînê wergerîya.

Di bûyerê de koçberekî canê xwe ji dest da û 12ê din jî birîndar bûn ku jin û zarok jî di nav wan de hene. ‎

Hat zanîn ku rewşa tendirûstî ya 4 birîndaran xirab e.

Piştî agahdarkirina alîyên ‎peywendîdar, hejmareke zêde ya hêzên ewlekarîyê û ambulans bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar ‎bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.‎

Hatîye ragihandin, piştî bûyerê şofêr revîyaye. Polîs derbarê ‎bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li gor agahîyan, koçberên di wê mînîbusê de ber bi Stenbolê ve dihatin veguhastin, ku ew mînîbus rastî bûyerê hatîye.

 

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin