Mesrûr Barzanî û Brett McGurk li ser çareserkirina kêşeyên navbera Kurdistan û Iraqê axivîn

Mesrûr Barzanî û Brett McGurk li ser çareserkirina kêşeyên navbera Kurdistan û Iraqê axivîn

.

A+A-

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Koordînatorê Koşka Spî ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk do êvara Pêncşemê 26ê Çileyê, bi rêya telefonê axivîn.

Li gor zanyariyan, di pêwendiya telefonî de Brett McGurk amaje bi serdana xwe ya vê dema dawî ya Bexda û Hewlêrê û gotûbêjên li ser pêngavên dahatû yên ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê yên li ser budce û mijarên din kir. Herwiha tekezî li girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî û baştirkirina pêwendiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir.

Di berdewamiyê de hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî de biryara vê dema dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya li ser rêgirtina li ber şandina budceya ku biryar bû ji aliyê Hikûmeta Federal ve ji bo Herêma Kurdistanê were şandin,  gotûbêj hat kirin. Serokwezîr nîgeraniya xwe li ser derçûna wê biryarê nîşan da, ku armanca wê têkdana hewaya erênî û baştirkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye û mebesteke siyasî li paş wê heye.

Di axavtinê de Koordînatorê Koşka Spî ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk piştevaniya welatê xwe ji bo çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, herwiha pêşketinên sektora enerjî û baştirkirina jêrxana aborî û hewlên rûbirûbûna guherîna keş û hewayê, dubare kir.

Herwiha her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya nehiştina hemû berbestên li ber geşepêdana sektora enerjiyê û veberhênana zêdetir a kompaniyên Amerîkî yên li Herêma Kurdistanê û hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku di pêwendiyeke berdewam de bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin