Mesrûr Barzanî: Pêkvejîyan a li herêma Kurdistanê cihê şanazîyê ye

Mesrûr Barzanî: Pêkvejîyan a li herêma Kurdistanê cihê şanazîyê ye

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku pêwîst e hemû rojên me pêkvejîyan û lêborîn bin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di roja cîhanî ya lêborînê de, Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li şandek pêkhateyên olî yên herêma Kurdistanê kir.

Ew şand ji nûnerên olî yên Îslam, Kristîyan, Êzdî, Kakeyî, Zerdeştî, Sabiyeyi Mendayî û Behayî  pêkhatibû û danûstandin, di derbarê pêşxistina pêkvejîyana olî û lêborînê li herêma Kurdistanê de, hate kirin.

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku ol hevûdû temam dikin û armanca wan rênîşandan a mirov e, ji bo rêya rast.  Got jî, pêkvejîyan a li herêma Kurdistanê cihê şanazîyê ye û li cem civaka navdewletî jî, cihê pesnê ye .

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê, tekezî liser wê yekê kir, ku Kurdistan niştîman û mal a hemûyan e û pêwîst e, hemû kar liser geşepêdan a hizra myanrewî û pêkvejîyanê li herêma Kurdistanê bikin û hemû rojên me jî, pêkvejîyan û lêborîn bin.

Çavkanî: Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin