Mesrûr Barzanî Konsulê Firansayê pêşwazî kir

Mesrûr Barzanî Konsulê Firansayê pêşwazî kir

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Olîvîyêh Dîkontînê, konsulê nû yê Firansayê li Herêma Kurdistanê.

A+A-

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Olîvîyêh Dîkontînê, konsulê nû yê Firansayê li Herêma Kurdistanê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li konsulê nû kir û hêvîya serkevtinê bo xwazt û amaje bi peywendîyên dîrokî di navbera Firansa û Herêma Kurdistanê kir û got: Supasîya dewleta Firansayê dikîn ku berdewam helwêsta dostane hebûye beranber gelê Kurd û Herêma Kurdistanê. Hêvîdarim peywendîyên me zêdetir pêş bikevin.

Li beranber Konsulê Firansayê supasîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir û got:  Em bi giringî ve li karnameya  kabineya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê dinerîn û hikumeta Firansayê jî amadeye bo pêşkeşkirina her hevkarîyekê  ku pêwîst be bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin