Mesrûr Barzanî: Îro li devera Soran qonaxeke nû dest pê dike

Mesrûr Barzanî: Îro li devera Soran qonaxeke nû dest pê dike

.

A+A-

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14.09.2021ê beşdarî li merasîma ragehandina îdareya serbixwe ya Soranê bû û gotarek pêşkeş kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Soranê de ragihand, îro li devera Soranê qonaxeke nû dest pê dike û pêşerojeke geştir li pêş xelkê vê deverê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, “Dilxweş im ku îro li vir im ji bo ragihandina îdareya serbixwe ya Soranê ku ji 4 qezayan Soran, Riwandiz, Çoman û Mêrgesorê pêk tê. Xelkê têkoşer ê vê devêrê, Soran, balekayetî, Biradost û Barzan, gelek gurbanî dane û zehmetî dîtine, li hember wan jî, îro wek dilsoziyekê ji xebat û têkoşîna vê deverê re, em hatin xizmeta wan bikin û îdareya serbixwe ya vê deverê rabigihînin.”

Herwiha got: “Îro rojeke dîrokî ye, roja cibicîkirina soza Cenabê Serok Barzanî dabû vê deverê ye. Roja dilsoziya li hember xwîna şehîdên me û qurbaniya Pêşmergeyên me yên qehreman e. Roja pêşandana soz, pêzanîn û rêzgirtina li xebat û têkoşîna vê deverê ye.”

Mesrûr Barzanî got: “Cihê xwe ye, serê xwe bi rêz ji bo malbata şehîdan a serbilind bitewînin û pêzanîna xwe ji bo Pêşmergeyên qehreman pêşkêş bikin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Îro bi ragihandina îdareya serbixwe ya Soranê û destbikarbûna serperiştiyarê vê deverê re, qonaxaka nû dest pê dike. Ev dever her ji destpêka tevgera rizgarîxwaz a gelê me ve û heta niha, binke û piştevana hemû şoreşên li dû hev bû. Qonaxeke nû dest pê dike û pêşerojeke geştir li pêş we ye.”

Herwaha ragehand: “Em di Hikûmetê de, em ê berdewam bin bi piştevanîkirina vê îdareya serbixwe, ji bo xizmeteke zêdetir pêşkêşî welatiyan bike, rûtîn û çûnûhatina di navbera navçe û deveran de kêm bike, herwiha dê fişara mezin a li ser Hewlêrê jî sivik bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Xweza vê deverê xweşik û ciwan e. Lê hîn li navçeyên sînorî em mijûlî pirsa ewlehî û aramiyê ne, hikûmet jî her hewlekê dide, ji bo aramî û ewlehî careke din vegere van navçeyan, ji ber ku ev dever di warê geştiyariyê de dikare sûdê li xelkê vê deverê û hemû Kurdistanê bike. Em ê piştevaniyê ji bo pêşxistina sektora pîşesazî, çandinî û geştûguzariyê li vê deverê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de ragihand, “Em niha di hilmeta hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de ne. Divê em baştirîn nûnerên ku berevaniyê li mafên gelê Kurdistanê bike bişînin Bexdayê, ji bo hemû mafên xwe bi dest bixin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin