Mesrûr Barzanî: Em berê xwe didin enerjiya paktir û erzantir

Mesrûr Barzanî: Em berê xwe didin enerjiya paktir û erzantir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê berê xwe dide çavkaniya paktir û erzantir a enerjiyê.

A+A-

 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 15ê Cotmeha 2020an li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir; Herêma Kurdistanê ji bo siberojê, veberhênana enerjiya paktir û erzantir dike. Herwiha diyar dike ku "enerjiya pak, dikare bibe sektoreke mezin di pêşvebirina aboriya me de".

Herêma Kurdistanê rojane sê hezar megawatt elektrîk berhem tîne. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan dike ku çavkaniyên veberhênana elektrîkê bi vî awayî ne:

- Gaza sirûştî %76

- Nefta reş %13

- Hydro %7

- Dîzel %4

Enerjiya paqij, enerjiya kesk û nûbûyî jî jê re tê gotin, ji wan çavkaniyên sirûştî têne berhemanîn ku dawî lê nayê, ango bi temamî ji sotemeniyên din ên weke petrol, karbon û gaza sirûştî cuda ye, ji ber ku evana dawî lê tê û ziyanê didin jîngehê.

Enerjî eger pak nebe, dibe sedema pîsbûna jîngehê ji ber çêbûna gazên zirarmend û zêdebûna germahiya hewayê.

Gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demekê de ye ku li gor lipeyçûnên Kurdistan24ê, li Herêma Kurdistanê bi sedan projeyên sektora elektrîkê hatine encamdan:

Hewlêr 118 proje

Silêmanî 244 proje

Duhok 44 proje

Germiyan 7 proje

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin