Mêran di meha Nîsanê de 17 jin kuştine

Mêran di meha Nîsanê de 17 jin kuştine

.

A+A-

Mêran di meha Nîsanê de tundkarî herî hindik li 68 jinan kiriye, herî hindik zarokek kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 8 zarokan kirine, herî hindik 8 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 58 jinan dane kirin.

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsanê ya 2021an de herî kêm 17 jin kuştine û tecawiz li neh jinan kiriye.

Di meha Nîsanê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 13 jinan (Konya, Kocaelî, Sêrt (2), Îzmîr (2), Mêrdîn, Qers, Meletî, Hatay, Riha, Mereş, Colemêrg ) wekî “mirinên gumanbar” nivîsandiye.

Her weha li Amedê mirina zarokek çapemeniyê weke “biguman” nivîsandiye.

Mêran, gefa “kuştinê” ango “tûndkarîyê” herî hindik li heft bajaran li jinan xwariye. Li Ûşakê mêrekî hewla kuştina zarokê hezkiriya xwe û hevjîna xwe daye.

Li Samsûnê jinekê mafê xwe yê parastinê yê rewa bikaraniyê û mêrê xwe yê ku tûndkarî lê kiriye kuştiye.

2020-2021

Mêran di çar mehên destpêkê yên sala 2020an de 83 jin kuştine, 40 jin tacîz kirine, îstismar li 8 zarokan kirine, tecawiz 23 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 349 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 184 jinan kirine.

Mêran di çar mehên destpêkê yên sala 2021an de 108 jin kuştine, 37 jin tacîz kirine, îstismar li 49 zarokan kirine, tecawiz 39 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 256 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 253 jinan kirine. Di çar mehên destpêkê yên sala 2021an de çapemeniyê kuştina 74 jinan weke “bi guman” nivîsandiye. Mêran di van çar mehên salê de herî kêm 7 zarok kuştine.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsanê ya 2021an de herî kêm 17 jin û mêrekî ku li gel wan bûne jî kuştine. Di heman meha sala borî de her heman hejmar bû. 2 jinên ku hatine kuştin biryara parastinê an go tedbîrê ji bo wan hebûye. Mêrekî piştî ku ji gîrtîgehê tehliye bûye jinekê kuştiye.

Jinên ku di meha Nîsanê de hatine kuştin

Arzû İlhan K., Aygul Y., Ayşe C., Berrîn Dalyanoglû K., Emîne Fulya Akçelebî, Esra Çelik, Fatma Abravcî, Fîlîz G., Hatîce Işik, Koçer D., Melek Yildiz, Mevlude P., Multezim I., Seda K., Selma O., Tuba M., Yildiz Gul

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Afyon (1), Agirî (1), Balikesîr (1), Bûrdûr (1), Bûrsa (1), Xarpêt (1), Stenbol (2), Kayserî (1), Kirikkale (1), Konya (1), Mersîn (2), Samsun (2), Sêwas(1), Wan (1).

Çapemeniyê “hinceta” kuştina 11 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran jinekê bi hinceta “namûsê”, 3 jin ji ber “hesûdeyê” jinekê ji ber ku “xwarina fitarê amade nekiriye” û jinekê jî ji bo ku “xwestiye cihê bibe” kuştine.

Di meha Nîsanê ya 2021an de, mêr, hevjîn/mêrê bere û hezkirî/destgirtîyê berê 12 jin kuştine. 3 jin ji aliyê endamên malbatê yên weke bav, kur û nevî ve hatine kuştin. Jinekê ji aliyê hevalê xwe yê polîs ve hatiye kuştin. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka mêrê ku  jinekê kuştiye nas e an ne nas e.

Mêran 10 jin li nava malan, 7 jin jî li cihên weke otel, cîhê kar, kuçe û kolanan kuştine.

Mêran 6 jin bi çekên gulexwar û 9  jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Mêran serê jinekê bi kevirî pelixandine û ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran jinekê çawa kuştine.

Pêvajoya hiqûqî

23 mêrên faîl yên ku jin kuştine hebûn. Jê 16 hatine girtin û 7 jî desteserkirine.

Kuştina zarokan

Mêran di Nîsana 2021an de herî hindik çar zarokekî kuştine. Zarokî ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.

Li Edeneyê mêrek zarokekî dîl girtiye.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

Zeynep Yilmaz

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Stenbol

Pêvajoya hiqûqî

Faîl xwe kuştiye.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsanê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 9 jinan kirine. Par di heman mehê de çapemeniyê çi bûyerên tecawizê nenivîsandîbû.

Jinên ku mêran tecawiz lê kiriye sê jê astengdar bûye. 6 mêrên nenas tecawiz li 5 jinan kirine. Du jin mêrên wan û du jîn jî xizmê wan tecawiz lê kirine.

Mêran li kolan, wesayît ango li cih û qadên derve tecawiz li 2 jinên kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li 7 jinan kirine.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Edene (1), Aydin (1), Bûrsa (1), Stenbol (3), Kocaelî (2), Mêrdîn (1)

Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm 10 fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Derbarê faîlek de tu kiryarekî qanûnî nehatiye kirin. Faîlek desteserkirine. Di mêr piştî desteserkirinê serbest bûne. Pênc faîl hatine girtin. Derbarê faîlekî de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tacîz

Mêran di meha Nîsanê de herî kêm tacîz li 8 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 9 bû.

Pênc jinan pênc mêrên ku tacîz li wan kirîne nas nedikirin. Du jin seyaqê wesayitê û jinekê jî rêwî tacîz lê kiriye.

Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 6 jinan kirine û bi ravekirina endamên mêraniyê tacîz li 2 jinan kirine.

Mêran li kolan, otobus, metro ango li cih û qadên derve tacîz li 8 jinan kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Aydin (1), Çorûm (1), Stenbol (4), Qers (1), Kayserî (1)

Pêvajoya hiqûqî

8 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê faîlekî hatiye girtin. Du faîl hatine desteserkirin.. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 5 faîlan nenivîsandiye.

Îstismara li zarokan

Mêran di meha Nîsanê ya 2021an de herî hindik îstismar li 8 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûne. Par di heman mahê de ev hejmar sê bû.

Çar zarokên ku îstismar li wan hatine kirin, 8 mêrên ew îstismar kirine nas nedikirin. Zarokekî kurxal/kurmamê wî, zarokekî heskiriyê dayîka wê/wî û du zarok jî 10 mêrên ku cîranên wan e îstîsmar lê kirine.

 Mêran li kolan, dibistan, tuwaleta mizgeftê ango li cih û qadên derve 7 zarok îstismar kirine. Her weha mêran du zarokekê li ser medya civakî de îstismar kirine.

Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine

Denîzlî (1), Duzce (1), Kastamonû (2), Kocaelî (1), Mereş (2), Tekîrdag  (1)

Pêvajoya hiqûqî

20 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Bi tenê 13 ji wan girtine. 7 faîl hatine desteserkirin.

Tundkarî / Birîndarkirin

Di meha Nîsanê de, mêran herî kêm tûndkarî li 68 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 38 bû.

Jineke ku mêran tundkarî li wê kiriye, bi giranî birîndar bûye û ew birine nexweşxaneyan. Mêran tundkariya birêkûpêk herî hindik li çar jinan kiriye.

Di nav jinên ku mêran tûndkarî lê kiriye yek jê welatiya Îranê, yek jî somalî bûye. Jineke din jî ne welatiya Tirkiyeyê bû lê çapemeniyê nenivîsandiye bê ka ji kijan welatî ye. Digel ku biryara “parastin” û “dûrxistinê” hatiye dayîn jî mêran tundkarî herî hindik li heşt jinan kiriye.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye

Edene (5), Semsûr (1), Afyon (1), Aksaray (3), Enqere (1), Antalya (4), Dîlok (1), Aydin (1), Baliıkesir (1), Bursa (5), Çorum (1), Denizli (1), Edirne (19; Giresun (1), Stenbol (9), Îzmîr (1), Kayseri (1), Kutahya (1), Mêrdîn (1), Samsun (2), Sivas (1), Tokat (1), Wan (2), Zonguldak (4).

Hevjîn, destgirtî û evîndarê herî hindik 39 jinan, tundkarî li wan kiriye. Bav, kur û endamên din yên malbatê tundkarî li 10 jinan kiriye. Du cîranên mêr ên jinekê, hevalê jinekê tundkarî lê kiriye. Çapemeniyê behsa wî tiştî nekiriye ku bê ka mêran tundkarî herî hindik li 17 jinan kiriye, hevdu nas dikin an na.

Mêran ji ber ku “xwestine cihê bibe” tundkarî li heşt jinan kiriye. Mêran ji ber “hesûdiyê”tundkarî li 5 jinan, bi tohmeta ku dizî kiriye li jinekê, ji ber ajala xwe nefirotiye li jinekê kiriye. Çapemeniyê sedema tûndkarîya mêran ya li 53 jinan kirine, nenivîsandiye.

Mêran derb li 59 jinan xistiye û ew birîndar kirine. Pênc jin bi kêr, birek û çekên weke wan, sê jin jhi bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran bi wesayitê pêl jinekê kirine û ew birîndar kirine.

Mêran li nava malan tundkarî li 16 jinan, li kolan, daristan ango li qadên civakî tundkarî li 24 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 28 jinan kirine.

Pêvajoya hiqûqî

Tenê 11 faîl hatine girtin. Herî hindik 15 fail desteser kirine. Herî kêm ji bo heşt faîlan biryara “jêdûrxistinê” hatiye dayîn.

Derbarê 28 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 4 faîlan weke “reviye”, “lê digerin” nivîsandiye.

Çapemeniyê behsa pêvajoya hiqûqî ya herî hindik 10 failan nekiriye.

Karkeriya seksê ya mecbûrî

Mêran di meha Nîsanê de herî kêm bi 58 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî daye kirin. Par di heman demê de ev hijmar 11 bû. 11 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 26 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan kirine. Tenê 24 faîl desteser kirine. (EMK/AY/FD)

Evrim Kepenek: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin