Mêran di meha Nîsanê de 17 jin kuştine

Mêran di meha Nîsanê de 17 jin kuştine

Mêran di meha Nîsanê de tundkarî herî hindik li 39 jinan kirîye, du zarok kuştine. Istismara cinsî li sê zarokan kirîye, herî hindik tacîz li neh jinan kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsana 2020an de herî kêm 17 jin û sê mêrên di dema kuştinê de li bal jinan bûne kuştine. Mêran  di heman mehê de du zarok jî kuştine. Jineke ku hatîye kuştin, trans û ji Moldovyayê bûye.

Medyayê mirina herî hindik 19 jinan (Aydın, Stenbol 4, Kocaeli, Amed, Semsûr, Antalya 2, Meletî, Çanakkale, Isparta 2, Dêrsim, Çewlig, Wan 2, Osmanîye) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kirîye.

Medyayê ji bo mirina mirina herî kêm sê jinan (Edene, Stenbol û Wan) nivîsîye ku “failê wan ne dîyar” e. Mêran li Mêrdînê hewl dane ku jinekê bikujin.

Mêran gefa mirinê herî hindik li 3 jinan (Antalya, Kutahya, Aksaray) xwarine.

Di meha Adarê de jinekê li Enqereyê mafê parastina xwe ya rewa bi kar anîye. Jinikê hevjînê xwe kuştîye ku 25 salan êrîşa cinsî û ya psikolojîk li wê dikir.

2019-2020

Di çar mehên pêşîyê yên 2019an de, mêran herî hindik 99 jin kuştine, taciz li 42 jinan kirîye, 46 zarok istismar kirine, tecawiz li 14 jinan kirîye. Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin di van çar mehan de mêran 95 jin birindar kirine û bi darê zorê karê seksê herî hindik li 338 jinan kirîye,

Di çar mehên pêşîyê yên 2020an de, mêran herî hindik 83 jin kuştine, taciz li 40 jinan kirine, 80 zarok istismar kirine, tecawiz li 23 jinan kirîye. Li gorî zanyarîyên ku di çapemenîyê de belav bûne, di her sê mehên pêşîyê yê heman salê de mêran tundkarî li 184 jinan kirîye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 349 jinan kirîye.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsanê de herî kêm 17 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 31 jin kuştibûn.

Du jin berîya ku bên kuştin ji bo parastina xwe serî li dezgehên fermî dabû. Jineke ku hatîye kuştin trans bûye.

Jinên di meha Adarê de hatine kuştin

Aysim E., Eduard G., G.L, Gamze P., Gül Y., Gülcemal B., Gülten T., Halime M.,Nurgül B., Hatice G., Havva G., Hurîye K., Kısmet D., Kiraz Y., Meral A., Sati İ., Sıdıkka K.

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Agirî (1), Aydin (1), Stenbol (3), Îzmîr (2), Karabuk (1), Kastamonu (1), Kocaeli (1), Kocaeli (1), Manisa (1), Mersin (1), Ordu (1), Rize (1), Samsun (2).

Medyayê nenivîsîye bê ka mêran 11 jin ji ber çi kuştine. Di çapemenîyê de hatîye nivîsandin ku mêran jinek ji ber “daxwaza zewacê qebûl nekirîye”, jinek ji ber “hesûdîyê”, jinek ji ber “gelek hêrsokî ye”, jinek “bi qezayê”, du jin jî ji ber ku “dijminahîya bi mêrên wan re” kuştine.

Mêr/destgirtî şeş jin kuştine. Mêrê bi mehra melayî jinek, kuran sê jin, jîranan du jin, hevalên wan du jin, kuryeyekî hatîye mala wê jinek kuştine. Medyayê nenivîsandîye bê ka mêran û sê jinên ku kuştine hev nas dikirin an na.

Mêran neh jin bi çekên gulexwar, çar jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran jinek bi ben yek jî bi qayişê fetisandine. Derb li jinekê xistine û ew kuştine. Çapemenîyê şêweyê kuştina jinekê nenivîsandîye.

Mêran neh jin li nava malê, du jin li kolan, jinek li wargeha dersdaran kuştine. Cihên ku mêran pênc jin lê kuştine di çapemenîyê de nehatîye nivîsandin.

Pêvajoya hiqûqî

18 failên kuştina jinan hebûn. Tenê çar ji wan hatine girtin. Du fail ji ber “kêmbûna delîlan” serbest bûne.

Du failan xwe kuştîye. Pênc fail hatine desteserkirin. Çapemenîyê ji bo failekî nivîsîye ku “lê digerin.” Ji bo du failan hatîye nivîsandin ku “lêporsînname hatîye amadekirin”. Rewşa hiqûqî ya failekî di çapemenîyê de nehatîye nivîsandin.

Kuştinên ku di mehên borî de pêk hatine lê di meha Adarê de derketine holê 

Li Îzmîrê mêrê bi navê N. H. li xwe mikur hatîye ku di 25ê Adarê de jina bi navê Nuray V. (53) li mala wê herî hindik 20 caran kêr kirîye û kuştîye.

Çapemenîyê di meha Adarê de ji bo kuştina jinê gotibû “kuştina failê wê nedîyar”. Hatîye dîyarkirin ku N.E. gotîye qey jinikê pereyên wî dizîne û ew ji ber wê kuştîye. N. E. hatîye girtin.  

Kuştina zarokan

Mêran di Nîsana 2020an de du zarok kuştine. Çapemenîyê ji bo mirina zarokek li Êlihê gotîye “biguman”. Çapemenîyê her weha ji bo mirina zarokek li Mêrdînê gotîye “kuştina failê wê nedîyar.”

Bavekî zarokek xwe kuştîye. Çapemenîyê nenivîsandîye bê ka zarokek hatîye kuştin û kujer hev nas dikin an na.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

Berfîn Ç., Ceylan A.

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Dîlok (1), Mêrdîn (1)

Pêvajoya hiqûqî

Her du fail jî hatine girtin.

Tecawiz

Di meha Nîsanê de mêran tecawiz herî hindik li sê jinan kirîye. Par heman mehê mêran tecawiz li du jinan kiribû.

Failek ji wan hevalê dêya jinê, yek jî destgirtîyê jinekê bûye. Çapemenîyê nenivîsandîye bê ka failek kî ye.

Çapemenîyê nenivîsandîye bê ka mêran li ku tecawiz li du jinan kirine. Mêrekî li malê tecawiz li jinekê kirîye.

Jineke ku mêran tecawiz lê kirîye, ji hêla hiş ve kêmendam bûye. Jin dema ji ber êşên xwe çûye nexweşxaneyê derketîye holê ku ducanî ye û di encama vê de hatîye zanîn ku tecawiz lê hatîye kirin. Mêrekî him tecawiz li jinekê kirîye him jî ew birîndar kirîye.

Taciz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsanê de herî kêm taciz li  neh jinan kirîye. Par di heman mehê de ev jimar 22 bûye. Herî hindik di bûyereke tacîzê de mêran tundkarî li jinan kirîye.

Jinan her neh mêrên taciz li wan kirîye nas nedikirin.

Mêran pênc jin bi devkî/fizîkî taciz kirine. Mêran endamên xwe yên cinsî nîşanî du jinan dane û ew taciz kirine. Mêran tacîza sîberê li du jinan kirine. Mêran bi rêya medyaya civakî du jin, li kolanan jî heft jin taciz kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kirîye

Edene (1), Kütahya (2), Stenbol (4), Zonguldak (2).

Pêvajoya hiqûqî

Heft fail hebûn ku jin taciz kirine. Yek ji wan jî nehatine girtin. Tenê yek ji wan hatîye desteserkirin. Doz li du failan hatîye vekirin. Bi sedema ku “ne li gorî rêgezên mesafeya civakî tevgerîyaye” cezayê pereyan li failekî hatîye birîn. Pêvajoya hiqûqî ya sê failan di çapemenîyê de nehatîye aşkerekirin.

Istismara zarokan

Mêran di meha Nîsanê de herî hindik istismar li sê zarokan kirine. Par di heman mahê de ev hejmar 13 bûye. Bavê zarokekê/î ew istismar kirîye. Çapemenîyê nenivîsandîye bê ka kesên istismar kirine û zarokên hatine istismarkirin hev nas dikirin an na. Mêran li nava malê du zarok istismar kirine, yek jî li parkê.

Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine

Agirî (1), Stenbol (2).

Pêvajoya hiqûqî

Failek hatîye girtin. Yek hatîye desteserkirin. Çapemenîyê rewşa hiqûqî ya failekî nenivîsandîye.

Tûndkarî / birîndarkirin

Di meha Nîsanê de, mêran herî kêm tûndkarî li 39 jinan kirîye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 23 bû.

Çapemenîyê ji bo rewşa herî hindik sê jinan gotîye “bi giranî birîndar bûne”. Mêran bi rêk û pêk tundkarî li ser çar jinan kirine.

Jineke ku mêran tundkarî lê kirîye gurcî, sê ji wan jî sûrîyeyî bûne. Du mêrên ku tundkarî li jinan kirine, piştî guhertina yasaya înfazê, ji girtîgehê derketine.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kirîye

Edene (2), Enqere (4), Antalya (3), Aydın (1), Burdur (1), Bursa (3), Duzce (1), Edirne (4), Isparta (1), Stenbol (8), Kayseri (1), Konya (2), Meletî (2), Manisa (1), Mersin (1), Mugla (2), Nevşehir (1), Riha (1).

Jinan şeş mêrên ku tundkarî li wan kirîye nas nedikir, mêr/destgirtî, hezkirîyê 24 jinan; bira, kur ango xizmên din ên heşt jinan, tundkarî li wan kirîye. Hempîşeyê jinekê tundkarî lê kirîye.

Çapemenîyê sedema tundkarîya ku mêran li 33 jinan kirîye nenivîsandîye.

Herî kêm sê jin ji ber xwestine veqetin/li hev neyên rastî tundkarîya mêran hatine. Bi sedema hesûdîyê tûndkarî li jinekê hatîye kirin. Mêran bi behaneya “paqijîyê dike” tundkarî li jinekê kirîye. Bi behaneya “nîqaşa hempîşeyî” mêrekî tundkarî li jinekê kirîye.

Mêran derb li 25 jinan xistîye û ew birîndar kirîye. Pênc jin bi kêran, heft jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran hewl dane jinekê birevînin û ew birîndar kirine, yek jî xwestine bi kabloyê wê bifetisînin û ew birîndar kirine.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 39 fail hebûn.

Tenê sê fail hatine girtin. 10 fail bi şertê kontrola edlî serbest bne. Biryara dûrxistinê ji bo do failan hatîye dayîn. Doz li failekî hatîye vekirin.

Çapemenîyê ji bo rewşa hiqûqî ya pênc failan gotîye, “lê digerin”, ji bi yekî gotîye “xwe kuştîye”. Lêpirsîn herî hindik li pênc failan hatîye vekirin. Gilîyê du failan hatîye kirin. Çapemenîyê rewşa hiqûqî ya 10 failan nenivîsandîye.

Karkerîya seksê ya mecbûrî 

Mêran di meha Nîsanê de ya kêm li 11 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 33 bûye. Di meha Nîsanê de 10 jin ne welatîyên Tirkîyeyê bûne.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 14 fail hebûn ku karkerîya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Du fail hatine girtin. Herî hindik 12 fail hatine desteserkirin. 

Evrîm Kepenek-Bîanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin