Mêran di meha Îlonê de 37 jin kuştine

Mêran di meha Îlonê de 37 jin kuştine

Mêran di meha Îlonê de ya kêm 37 jin kuştine, sê jin penaber bûn. Tunkdarî li 71 jinan kirîye. Herî hindik tecawiz li sê jinan kiriye, karê seksê bi zorê li 33 jinan kirîye. Ya kêm îstismara cinsî li 29 zarokan û tacîz li 13 jinan kirîye.

A+A-

Bianet

 

Mêran di meha Îlonê de ya kêm 37 jin kuştine, sê jin penaber bûn. Tunkdarî li 71 jinan kirîye. Herî hindik tecawiz li sê jinan kiriye, karê seksê bi zorê li 33 jinan kirîye. Ya kêm îstismara cinsî li 29 zarokan û tacîz li 13 jinan kirîye.

 

Li gorî agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Îlonê de, herî kêm 37 jin û heft mêrên li gel wan bûne kuştine. Sê jin penaber bûn. 

 

Mirina heft jinan di çapemeniyê de bi gotinên “xwekuştina biguman” hatîye nivîsandin. Yek ji van, karkereke karên malê ya Ozbek bûye. Derketiye holê ku sîgorteya wê nehatiye çêkirin. 

Mêran herî kêm tundkarî li 71 jinan kirîye. Mêran herî kêm tecawiz li sê jinan kirîye, bi darê zorê karê seksê bi 33 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 26 zarokên keç kirîye û tacîz li 13 jinan kirîye.

Mêran di neh mehên pêşiyê yên sala 2019ê de herî kêm 261 jinan kirîye. Tecawiz li 40 jinan kirîye, bi darê zorê karê seksê li 400 jinî kirîye. Taciz li 165 jinan kirîye û 184 jin istismar kirîye. Mêran di heman demê de tundkarî herî kêm li 472 jinan kirîye.

Ev hejmar di neh mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 183 jin bû. Di heman demê de mêran 10 zarok jî kuştibîn. Mêran teciwaz li 50 jinan, taciz li 162 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 375 jinan kiribû. 279 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 361 jin birîndar kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin