Mela Bextîyar: Qet dûr nîne Iraq mîna Sûrîyê lê were!

Mela Bextîyar: Qet dûr nîne Iraq mîna Sûrîyê lê were!

Berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextîyar dibêje, dûr nîne Iraq jî mîna Sûrîyê lê were.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextîyar, ku piştî destnîşankirina Berhem Salih wek serokomarê Iraqê, ji YNKê xeyîdî ye û tevlî ti civînekê nabe, şiroveyek dûr û dirêj li ser rewşa Iraqê kirîye.

Mela Bextîyar di şiroveya xwe de ku li ser rûpela xwe ya facebookê belav kirîye, gotîye, eger ew alozî û xwepêşandanên ku niha li Iraqê dibin, li welatekî demokratîk yê rojava biqewimîya dê çend berpirsên wî welatî ji dest kar berdaban û hatiban dadgehîkirin!

Mela Bextîyar her wiha gotîye, eger xwepêşandan û alozîyên Iraqê berdewam bin û rêjeya kuştina xwepêşanderan jî zêde bibe wê çaxê mezinên şîeyan dê zêdetir dengê xwe bilind bikin. Wê demê yan divê berpirsên Iraqê dest ji kar berdin yan jî bi sedan û hezaran kesên din bikujin!

Bi gotina Mela Bextîyar, qet dûr nîne Iraq mîna Sûrîyê lê were ji ber ku rewşa ku niha Iraqê tê de ye gelekî metirsîdar e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin