Mehma Xelîl: Xelkê vegeriyabûn Şingalê, car din aware bûn

Mehma Xelîl: Xelkê vegeriyabûn Şingalê, car din aware bûn

.

A+A-

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand; hejmareke mezin ji wan malbatên ku vegeriyabûn Şingalê, ji ber nearambûna rewşa ewlehiyê û xirabiya rewşa xizmetguzariyê û gefên çekdarên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) careke din aware bûne.

Mehma Xelîl ji Şefeq Newsê re ragihandiye: “Vegera awareyan bo navçeya Şingalê û piraniya deverên ser bi wê navçeyê ve rawestiyaye, gelek malbatên ku vegeriyabûn jî, careke din reviyan û awareyî deverên din bûne, bi taybetî bo Herêma Kurdistanê, da ku ji gefên PKKê û kiryarên wê, xwe biparêzin.”

Di 9ê Cotmeha 2020an de Hewlêr û Bexda ji bo asayîkirina rewşa Şingalê rêkeftinek kirin. Li gor rêkeftinê, divê rêvebirina navçeya Şingalê ji aliyê îdarî, ewlehî û xizmetguzarî ve, bi awayekî hevbeş bibe û hemû hêz û komên çekdarî yên li wê derê, ji navçeyê derkevin.

Herêma Kurdistanê ji PKKê daxwaz kiriye ku ji Şingalê derkeve, ji ber ku bi hinceta hebûna PKKê, Tirkiye deverên Şingalê bombebaran dike û ev jî rê li ber wê yekê digre ku bi hezaran xelkê deverê vegerin cih û warên xwe, lê PKK vê daxwaza Herêma Kurdistanê cîbicî nake û niha jî daxwaza Bexdayê red dike.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin