Mazlûm Kobanî li ser êrişên dijî Pêşmerge daxuyaniyek da

Mazlûm Kobanî li ser êrişên dijî Pêşmerge daxuyaniyek da

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, derbarê êrîşên DAIŞê yên li ser Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge banga yekitiya neteweyî kir.

Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twitterê, derbarê êrîşên DAIŞê yên li ser Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge peyamek belav kir.

Ebdî got: “Em bi nîgeraniyeke mezin êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dişopînin! Em bejna xwe li hember giyanê şehîdên di êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, ditewînin û tekez li ser xurtkirina hemahengî û hevkariyên ewlehî û leşkerî ji bo rûbirûbûna DAIŞê dikin. Em tekez dikin, ku ji bo paşxistina metirsiyan yekrêziya niştimanî bûye pêwîstiyek stratejîk.”

Êrişên DAIŞê zêde bûn

DAIŞê berî du rojan li herêma Qeresalim a li navçeya Şêx Bizinî ya ser Pirdê ve li Kerkûkê, êrişî sengerên Hêzên Pêşmerge kir û di êrişa DAIŞê de 4 Pêşmerge şehîd bûn û Pêşmergeyek jî birîndar bû.

Êrişa şeva berî du rojan ya li Kerkûkê di demekê de ye ku di êrişa 02.12.2021ê ya DAIŞê de bo ser gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûbûn.

Li aliyê din di 29.11.2021 li ser riya Gopanê nêzikî navçeya Kifrî ya Silêmaniyê DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kirbû û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû, 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Herwiha çekdarên DAIŞê şeva 27.11.2021an demjimêr 22.45 li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kiribû û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin