Mazlûm Kobanî: Em bo yekîtîya neteweyî amadene

Mazlûm Kobanî: Em bo yekîtîya neteweyî amadene

Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ew amadene bi rola xwe ya neteweyî rabin bo yekîtîya neteweyî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li ser hesabê xwe yê medyaya civakî twitterê Mazlûm Kobanî ragihand: ”Em wek Hêzên Sûrîya Demokratîk, amadene bi rola xwe ya neteweyî rabin û nêrînên hemû alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna yekîtîya neteweyî û gihiştina helwestek hevbeş ji bo derbaskirina vê pêvajoya dîrokî ya gelê me.”

Herwiha berîya bi çend rojan jî Mazlûm Kobanî aşkere kiribû divê Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) û Tevgera Yekîtîya Demokratîk (ENKS- TEVDEM) dawî li her nakokîyan bînin û li hev bicivîn yekîtîyek bihêz ava bikin.

  • Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk, amadene bi rola xwe ya neteweyî rabin û nêrînên hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî û gihiştina helwestek hevbeş ji bo derbaskirina vê pêvajoya dîrokî ya gelê me.

Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) October 28, 2019

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin