Mazlûm Kobanî: Biden soz da me

Mazlûm Kobanî: Biden soz da me

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden soz daye wan ku ew dê ji Rojavayê Kurdistanê dernekevin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ji The Timesê re sedemên serdana Fermandeyê Navenda li Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) General Kenneth McKenzie eşkere kir.

Mazlûm Kobanî diyar kir ku Kenneth McKenzie ji bo wan pişrast bike ku hêzên Amerîkî weke ji Efxanistanê derketine ji Sûriyê dernakevin û ji bo gihandina gotinîn Biden serdanê wan kiriye.

Kobanî da zanîn ku dema wan bihîst Amerîka ji Efxanistanê vedikişe, wan dest bi fikara paşeroja xwe kir û got: “Em rastgo bin, piştî vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê mirov tirsiyan.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha eşkere kir ku bi krîza li Efganistanê, Amerîkayê di demeke kurt de nûnerên xwe ji wan re şand û wiha got: "Wan soz dan me ku ev der dê wek Efxanistanê nebe. Em piştrast kirin ku polîtîkaya vê derî bi tevahî cûda ye.”

Nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hene. Herwiha yekîneyeke tevgera taybet a Brîtanî jî li Rojavayê Kurdistanê heye.

Ligel ku ev hêzên navneteweyî bi alîkariya jiholêrakirina DAIŞê tên erkdarkirin, hebûna wan li pêşiya êrişeke ji aliyê hikûmeta Sûriyê û Tirkiyeyê ve digire..

Kobanî her wiha da zanîn ku bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood re civiya.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin