Mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê ketine grewê

Mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê ketine grewê

Grev li parêzgehên Sine, Kirmaşan, Yezd, Îsfahan, Hemedan, Mazenderan, Xorasan a Rezewî, Xorasan a başûr, Tehran, Ormiye, Tewrêz, Elburz û Gêlan birêve çûye û li saziya perwerdê ya bajaran civiyane û daxwazên xwe yên baş kirina mûçe û rewşa perwerdê li Îr

A+A-

Li gor nûçeya Basnews ku raporta çapemeniya herêmî li navxweyî Îranê çavkanî nîşan daye, duh 02.05.2019ê li du parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Îranê mamostayan dest bi grevê kirin. Ji destpêka salê heta naha ev e çaremîn care ku mamoste dikevin grevê.

Li gor raportên tên belav kirin ew grev û nerazîbûnên ji aliyê saziyên mamostayên Îranê ve, li parêzgehên Sine, Kirmaşan, Yezd, Îsfahan, Hemedan, Mazenderan, Xorasan a Rezewî, Xorasan a başûr, Tehran, Ormiye, Tewrêz, Elburz û Gêlan birêve çû û li saziya perwerdê ya bajaran civiyane û daxwazên xwe yên baş kirina mûçe û rewşa perwerdê li Îranê aşkera kirine.

mamoste-rojhilat-02.jpg

Li gor agahdariyên nûnertiya rêxistina mamostayan belav kiriye tê gotin: ‘’Sîstema perwerdê ji ber rêveberên bêkêr, hemû demekî bêhtir di krîzê de ye û nêrîna bazirganî ve li dibistanan tê temaşe kirin û vê yekê asta perwerdê daxistiye metirsiyê de.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin