Malbata Dîlek Doganê wê serî li DMMEyê bide

Malbata Dîlek Doganê wê serî li DMMEyê bide

.

A+A-

Aysel Dogan, dêya Dîlek Dogana ku şeş sal berê dema polîsan bi ser mala wan de girtibû û ew kuştibû gotiye, “Keça min di bin axê de ye lê 45 roj ceza li polîsê ku wê kuştiye, birîne. Ma li beramberî canekê 45 roj ceza di kîjan pirtûkê de dinivîse, ma Xwedê qebûl dike?”

 

Malbata Dîlek Dogana ku di 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de polîsan bi ser mala wan de girtibû û ew kuştibûn, wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide.

Polîsan li Taxa Kuçukarmûtlû ya Stenbolê bi ser mala Doganê ve girtibûn û Y.M. polîsê tîmê taybet Dîlek Dogan kuştibû.

Doz li Y.M.yî hatibû vekirin û hatibû xwestin ku 20 salan heta 26 sal û nîvê cezayê girtîgehê li wî were birîn. Lê dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîbû. Ger Dadgeha Bilind vî cezayî pesend bike wê Y.M. bi tenê 45 rojan girtî bimîne. Malbata Doganê li dijî vê rewşa cezanekirinê wê serî li DMMEyê bide.

“Ez dixwazim edalet pêk bê”

Aysel Dogan, dêya Dîlek Doganê bi Esra Solîn Dal, nûçegîhana Ajansa Mezopotamya re axiviye û bertek nîşanî cezanekirina polîsê bersûc daye: “Keça min di bin axê de ye lê 45 roj ceza li polîsê ku wê kuştiye, birîne. Ma li beramberî canekê 45 roj ceza di kîjan pirtûkê de dinivîse, ma Xwedê qebûl dike? Ez bi tenê dixwazim bila edalet pê bê. Bila kes nebêje ‘nayê serê me’, dibe ev tişt were serê her kesî.”

Metîn Dogan, bavê Dîlek Doganê jî gotinên polîsî bibîr xistiye ku gotibû, “Dewletê ferman da min jî bera dayê.” Metîn Doganî di dewama axavtina wxe de diyar kiriye ku ew ê ji pey vê bêedaletiyê venegerin.

Çi bûbû?

Polîsan di 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de li Taxa Kuçukarmûtlûyê ya Sariyerê, navçeya Stenbolê, saet di 04.30ê destê sibehê de, girtibûn ser mala Doganî û Dîlek Dogan bi guleyê birîndar kiribûn.

Dogana ku ji kezeba xwe birîndar bûbû, biribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydani û li wir dest bi dermankirina wê kiribûn. Lê wê di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de can dabû.

Îdianameya derbarê bûyerê de di 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2015an de hatibû qebûlkirin.

Dozgerî xwestibû polîs Y.M. ji 20 salan heta 25 sal û nîvan bi cezayê girtîgehê were cezakirin. Dadgehkirina wî li 12em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatibû lê li gorî Xala 83yan a Qanûna Cezayan a Tirkan û bi tohmeta ku “bi liv û tevgera îhmalkariya kuştina bi zanebûn” û bêyî were girtin dihate dadgehkirin.

Di 17ê Adara 2017an de dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin