MACRON NAME JI NÊÇÎRVAN BARZANÎ RE ŞAND

MACRON NAME JI NÊÇÎRVAN BARZANÎ RE ŞAND

Serokomarê Fransayê Macron nameyek bi minasebeta hilbijartin û destbikarkirina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke taybet a pîrozbahî jê re şand.

A+A-

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi nameyeke taybet pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û jê re serkeftin xwest.
Serokomarê Fransayê Macron nameyek bi minasebeta hilbijartin û destbikarkirina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke taybet a pîrozbahî jê re şand.
Macron di nameyê de, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê di erka wî ya nû de xwest û teqez kir ku dê Fransadi piştevaniya Herêma Kurdistanê de berdewam be.
Nameya Macron Serkonsûlê Fransa yê Hewlêrê Dominique Mass îro gihand Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Di nameyê de destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî wekî qonaxeke girîng bo Herêma Kurdistan û hemû Iraqê te nirxandin û tê gotin, niha herêm ber bi aramî û aştiyê ve diçe.
Serokomarê Fransa behsa pêwendiyên dîrokî yên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û şerê hevbeş yê li dijî DAIŞê dike û spasiya hêzên Pêşmerge dike ku di şer de qurbanî dane û spasiya hikûmeta Kurdistanê dike ji ber pêşwazîkirina koçberan.
Emmanuel Macron di dawiyê de piştevaniya Fransa bo Kurdistanê radigihîne û hêviya xwe ya bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê tîne ziman
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin