Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê 3 hezar û 49 lîreyê Tirkî ye

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê 3 hezar û 49 lîreyê Tirkî ye

.

A+A-

Li gor amarên dawî ên Turk-Işê  li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo malbatek 4 kesî sînorê birçîbûnê 3 hezar û 49 lîreyê Tirkî ye û sînorê hejariyê jî 9 hezar 931 lîreyê Tirkî ye. Herwiha bo kesekî ne zewicî jî pereyê pêwistiya jiyanê mehane 3 hezar û 709 lîreyê Tirkî ye.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyê (Turk-Iş) bi armanca mercê debara karkeran bê zanîn û guhertinên bihayê kel û pelên xwarinê ji raya giştî re ragihîne mehane `Lêkolîna Sînorê Hejarî û Birçîbûnê` pêk tîne û encamên lêkolîna xwe ya Îlona 2021ê eşkere kir.

Li gor amarên vê lêkolînê meha Îlonê bo malbateke 4 kesî têr bibe ku wek sînorê birçîbûnê tê binav kirin 3 hezar û 49 lîreyê Tirkî hate diyar kirin.

Herwiha pereyê ku ligel pêwîstiyên xwarinê bo pêwîstiyên wek cil, cihê mayinê, çûnûhatinê, perwerde û tendirustiyê ku wek sînorê hejartiyê tê binavkirin bê xerc kirin jî 9 hezar û 931 lîre û 59 quruş  hate eşkere kirin.

Di raportê de tê gotin mesrefa malbateke 4 kesî  ku li Enqereyê dijî di Îlona 2021ê de li gor meha borî ji sedî 4,18  zêde bûye.

Li gor amarên raportê bihayê berhemên wek goşt, mirîşk, masî, serûpê û dexl û dan zêde nebû ye. Lê bihayê sewze û fêkî zêde bûye û vê yekê jî mesrefa mitfaxê vê mehê zêde kiriye.

Herwiha bi navînî kîloya şînkatî ya vê mehê  8 lîre û fêkî jî  8 lîre û 70 quruş hatiye tomar kirin.

Bihayê nan, rûnê nivişk û rûnê gulberojê nehatiye guhertin lê bihayê zeyta zeytûnan, zeytûnên reş û ên kesk zêde bûne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin