Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê krîza aborî kûrtir dibe

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê krîza aborî kûrtir dibe

.

A+A-

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihayê lîre li beramber dolar û diravên biyanî roj bi roj dadikeve. Ji ber krîza aborî ferq û cudahiya nav civaka wî welatî zêdetir bûye, xelkê hejar hejartir û dewlemend jî dewlemendtir bûne.

Rewşa aborî ya ku li Tirkiyê heye, jiyana xelkê wî welatî xistiye bin barekî giran, lê bo wan geştyarên serdana wî welatî dikin rewş bi tevahî berevajî ye.

Niştecihê Stenbolê Ayhan dibêje "Dewlemend gelekî dewlemend bûn û hejar jî gelekî hejar bûn. Vê rewşa aborî sûd gihand çend dewlemendan. Ew kesên din ku dimînin hemû birçî ne. Berê li ser vê cadeyê tenê parsekek dihat dîtin, lê niha ji serî heta binê cadeyê tejî parsek e."

Piştî gefa êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê û guhertina çend berpirsên din ên Banka Navendî ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê ve, lîreyê Tirkî zêdetir bihayê xwe ji dest da û yek dolar bi 9.35 lîre danûstandin pê hat kirin. Li bazarê bihayê kelûpelan bi giştî û xorakê du qat zêde bûye.

Firoşkar Hesen got "Garisê Şamî yek lîre bû, niha du lîre ye. Kestane 30 lîre bû, niha 50 lîre ye. Hemû tişt du qat giran bûn."

Rewşa aborî ya ku li Tirkiyê heye, jiyana xelkê wî welatî xistiye bin barekî giran, lê bo wan geştyarên serdana wî welatî dikin rewş bi tevahî berevajî ye.

Geştyara Rûsî Nadya dibêje "Me zanî ku mesrefa geşta me zêde nabe. Niha bi asanî geştê dikin."

Li gor amarên dawî yên Desteya Amerên Tirkiyê, rêjeya enflasyonê li Tirkiyê gehiştiye %19.58 û enflasyona herî zêde bi rêjeya %28.79 di bihayê xorakê de hatiye tomarkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin