Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 15 kesên din mirine

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 15 kesên din mirine

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 240 hezar û 804 kes bi Covîd-19ê ketine û 5 hezar û 844 kes jî pê mirine.

A+A-

Wezareta Tenduristîya Tirkîyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşîya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kirîye.

Li gor zanyarîyên hatine eşkere kirin li Tirkîyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 182 kesên din peyda bûye. 15 kes mirine ku hejmara mirîyan gihîştîye 5 hezar û 844an. Her weha hezar û 103 nexweş jî baş bûne.

Test ji bo 61 hezar û 446 kesan hatîye kirin.

Heta niha 5 mîlyon û 263 hezar û 816 test hatîye çêkirin. 240 hezar û 804 kes bi nexweşîyê ketine û 5 hezar û 844 kes jî pê mirine.

Heta niha 223 hezar û 759 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 8,1e û hejmara nexweşên giran jî  596 e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin