Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 14 kesên din ji ber Koronayê mirine

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 14 kesên din ji ber Koronayê mirine

Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê ragihand ku di 29.07.2020an de 14 kes bi koronayê mirine.

A+A-

Li gorî daxuyanîya Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fexredîn Koca di 24 demjimêrên bûrî de 14 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 942 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 659 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 228 hezar û  924 kes bi Koronayê ketine.

Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê dîyar kir jî, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne jî gihişt 212 hezar û 557 kesan. Rewşa 542 nexweşan jî ne cîgir e.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin