Li Tirkiyê hejmara pêketin û miriyan zêde dibe

Li Tirkiyê hejmara pêketin û miriyan zêde dibe

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 119 kesan.

A+A-

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 14ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1716 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 292 hezar û 878 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1225 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 260 hezar û 058 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Leza belavbûna nexweşiyê, hêdî nebûye. Îro 1716 nexweşên me yên nû ku bi vê nexweşiyê ketine hene. Hejmara miriyên me ji 60î zêdetir e. Em nikarin yeko yeko li ber xwe bidin, lê em dikarin bi hev re bi ser bikevin. Em bi hev re pabendî tedbîran bibin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin