Li Serê Kaniyê dermanxane hatin girtin

Li Serê Kaniyê dermanxane hatin girtin

.

A+A-

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên Tirkiye û grûpên girêdayî wî dagîr kiriye, polîsê ser bi Tikriye çend dermanxane û tebabeke derman destser kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 28ê Hezîranê li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên Tirkiye û grûpên girêdayî wî dagîr kiriye, polîsê ser bi Tikriye çend dermanxane û tebabeke derman destser kirin, piştre nakokî di navbera xwediyên dermanxaneyan û komîteya tendirustiyê ser bi Encûmena xwecihî ve derket.

Herwiha polîs û çekdarên Siqûr el-Şîmal ên ser bi Tikriye ev nakokî bi berdana gulleyan bidawî anîn.

Hefteya borî jî, komîteya tendirustî ser bi Encûmena xwecihî tebabeke dermanên destserkirî yên dermanxaneyan şewitandibûn, lê piştî daba bertîlan ji aliyê xwediyên dermanxaneyan dermanê mayî li wan vegerandfibûn.

Di 9ê Cotmeha 2019an de piştî ku rêveberiya Donald Trump glopa kesk jê re vêxist, artêşa Tirkiyê êrişî beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê li aliyê rojhilatê Çemê Firatê kir û di wê êrişê de ku di 25ê Mijdara 2019an de bi dawî hat, Tirkiyê herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî tevî bi dehan gundên derdorê ji destê hêzên Kurdî derxist.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin