Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li ser biryara hilbijartina pêşwext

A+A-

Li ser banga serokê giştîyê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli, daku banga hilbijartina pêşwext kiribû û gotibû, bila roja 26î tebaxê hilbijartina pêşwext bibe, serokkomar û serokê giştiyê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) R. Tayyip Erdogan, pişte civîna Lijneya Seroktîya partiya xwe, di civînek medyayê da ragihand ku roja 24î pûşperê dê hijbijartina pêşwext bibe.

Bi banga Devlet Bahçeli jixwe “tîr ji kovanê derket”, behsa hilbijartina pêşwext weha ye, carekê bêt gotin êdî jê veger nabe.

Piştê banga Devlet Bahçeli hilbijartina pêşwext ket rewşa jênerevîn, ango hilbijartina pêşwext bivênevê dê bibe, lê 24ê pûşperê rojek nebendewar bû.

Ji ber vê şîroveyên cihêreng hatin kirin, gellek kesan wekî “hilbijartina raserî” binav kirin, bi bawerî min jî ev biryara hilbijartina raserî ye.

Weha dixuye, ku hinek şert û mercan hundir û derva hevpeymanîya AKP+MHP neçarî hilbijartinek pêşwext kir, emê di rojên tên da hêj zelal bibinin.

Herweha, em dizanin ku di guhertina makezagona sala 2016an da xalek nû bi rapirsînê hatibû pesend kirin, bi ya wê xalê divêbûya hilbijartin di dema xwe da ango roja 3î mijdara sala 2019an û herweha, hilbijartina serokkomar û parlementê bi hevra bihatana kirin.

Heta îro gelek caran, bona hilbijartina pêşwext pirs arasteyê serokkomar dihatin kirin, lê wî herdem di bersivên xwe da biisrar digot, ku “hilbijartin di dema xwe ya asayî da dê bibe.”

Wî weha digot, lê nêşitên hilbijartinek pêşwext jî her hebû, taybetî piştê êrişa li ser Efrînê, ku emê bibinin di helmeta hilbijartinê da dagirîya Efrînê dê çawa bi kar bêt.

Rewşa aborî û siyasîya Tirkîyê jî, him di nava xwe da û him jî di qada naventeweyî da lawaz û di peywendîyan da bêhna wê çikîya bû, taybetî di encama hevpeymanîya bi Rusyayê va rûmeta wê nemaye, herweha bona paşeroja Tirkîyê nedîyarîyek heye û hinek derdor hêvî dikin ku hijbijartin dawîyê li vê rewşê bîne!

Bi bawerîya min, Tirkîyê di nava girîftekê da ye, ger rikberî bi serkeve jî girîft dê sivik bibe lê çaresernabe, ji ber ku hinek biryarên desthilatê di heman demê da rikberî jî dipejirîne: Bo mînak dagirîya Efrînê.

Pirsa Kurd û bakurê Kurdistanê him di nava xwe da û him jî di siyaseta qada navneteweyî da pêywendiyên Tirkîyê dîl gitîye û di encama propoganda û ajitasyona desthilatê da di nava Tirkîyê da jî neteweperestiyek gellekî xurt heye, ne hêsa ye ku ji vê çembere rizgar bibe.

 

Sîstema nû

Wekî em dizanin, bi vê hilbijartinê sîstema Tirkîyê têt guhertin, êdî sîstema seroktîyê destpêdike, daku ew dibêjin “sîstema serokkomariyê”, ango êdî erkên parlementê wekî berê nabin, jixwe serokwezîrtî jî namîne, li şûna hikûmeta nû serokkomar û hikûmeta wî dê hebin.

Bona me, ev hilbijartin girîng e, ji ber ku dengen hilbijêrên Kurd dê encama vê hilbijartinê diyar bike.

Ezê du cespandinan bi we va parve bikim; bi ya min, di rewşa îro da û di demek nêzik da bi siyasî û têkelîya wê va rewşa parlementa Tirkîyê dê neguncan be, ku pirsa Kurd û bakurê Kurdistanê gengeşî û çareser bike, ji ber ku piranîyek pir mezin li dijî nasandina mafên demokratik û neteweyîya Kurd e.

Du, wekî hêzek siyasîya Kurd, li Tirkîyê emê ticaran bi serê xwe nebin desthilat, lê di demek nediyar da û di rewşek demokrasîyek tam da dibe ku derfeta hevpişkê deshilatê bidestkeve!

Encama herdu çespandinan: Emê nikanibin parlementê qanî bikin, lê di sîstema seroktîyê da rûdana derfetek weha herdem heye.

Bi salan e ez dinivîsim, di vê sîstemê da hilbijartin bona sîyaseta bakurê Kurdistanê hinek derfeten diafirîne, bi mercê ku nava mala siyaseta bakurê Kurdistanê aram û yekrêz be.

Bêguman, pişte yekrêzîya siyaseta bakurê Kurdistanê gel dê piştevaniyê bide hevkarîyê, ji ber ku hêvîya bi destxistina mafên pêkan dibe.

Wekî min bere jî nivîsa bû, ewil yekrêzîya partîyên bakurê Kurdistanê û paşê ger pêdivî hebe bi hêzên tirk va hevkarî.

Ger li bakurê Kurdistanê nava mala Kurd yekrêz be, bêguman deste siyaseta bakurê Kurdistanê jî bihêztir dibe, herweha xetera li ser bi giştî bizava Kurd kêmtir dibe.

 

Hilbijartinên herêmî

Wekî gellek partiyên  me jî dibêjin, bona bakurê Kurdistanê deshilata herêmî, taybetî şaredarî girîng in.

Herdem weha naçe, li hemberî desthilata herêmî rojekê dewlet dê bêt ser hemdê xwe û bi bawerîya min, ev roj jî nêzik e.

Bêguman, piştê 24î pûşberê rewşa paşerojê dê ronahîtir bibe.

Di hilbijartina 24î pûşberê da AKPê an jî rikberî bi serkeve, ji ber ku li Tirkîyê û herêmê kaosek û nediyarîyek heye, ev rewş dê li ser hilbijartinên herêmî jî karîger be, jixwe sedemek hilbijartina pêşwext jî ev e.

Siyaseta bakurê Kurdistanê, bi pêkanîna hevkarî û yekrêzîya xwe, dê ji kaos û nediyarîyê xwe biparêze û derfetan bi destxwe va bîne.

Famkirin ne zehmet e, ger partiyên bakurê Kurdistanê hevkar û yekrêz bin, him di hilbijartina serokkomarî û parlementê da û him jî di hilbijartina şaredarî û herêmê da jî dê li hemberî siyaseta Enqerê bihêz dibin.

Mifte dikeve deste partiyên bakurê Kurdistanê û barê giran jî, li ser mile Partîya Demokratîka Gelan (HDP) e.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin