Li Şemzînanê qeza: 2 mirî, 4 birîndar

Li Şemzînanê qeza: 2 mirî, 4 birîndar

Li qezaya Şemzînanê ya ser bi parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê bûyereke trafîkê çêbû û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.

A+A-

Îro înê li li ser rêya navbera herdu gundên Çemê Seyidan û Şepetan ên girêdayî bajarokê Rûbarokê, serwîsa xwendekaran wergerîya .

 

Li gor zanyarîyan, di encama bûyerê de 2 jê giran, bi giştî 6 kes birîndar bûn.

 

Ji ber ku birînên 2 ji wan xwendekarên giran bûn, ew bi helîkopterê bo Nexweşxaneya Wanê li Bakurê Kurdistanê hatin veguhastin, lê belê tevî hewldanên pizîşkan, herdu xwendekar jî canê xwe ji dest dan.

 

Li gor agahîyan, navên kesên ku canê xwe ji dest dane, Zîlan Tekîn(10) û Sumeyye Tekin(13) in.

 

Birîndarên din li nexweşxaneyên herêmê tên dermankirin.

 

Li gor agahîyan, di bûyerê de Elif Sevcan, Ayşe Sevcan, Agit Tekin û Îkram Tekin birîndar bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin