Li Rojavayê Kurdistanê dolar asta 900 lîreyên Sûrî derbas kir

Li Rojavayê Kurdistanê dolar asta 900 lîreyên Sûrî derbas kir

Li Rojavayê Kurdistanê, careke din dolar asta 900 lîreyên Sûrî derbas kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Daketina nirxê lîreya Sûrî li beramber pereyên bîyanî, bi taybetî li beramber dolar, bandoreke mezin li ser bazaran kirîye, di nav de jî bazara ajelan, lewma nirxê goşt bilind bûye.

Li piranîya navçeyên Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê, nirxê pereyên Sûrî gihiştîye derdora 930-935 lîreyan li beramber 1 dolarê Amerîkî. Li bazara Qamişlo jî gihiştîye 923-926 lîreyan li beramber 1 dolarî.

Li gorî zanyarîyên taybet li nav bazarên Rojavayê Kurdistanê,  bihayê yek çêlekê gihiştîye derdora 2.5 milyon lîreyên Sûrî, bihayê yek mihê gihiştîye 350 hezar lîreyên Sûrî, bihayê 1 kîlograma goşt bûye 6 hezar û 500 lîreyên Sûrî.

Vê buhabûnê bandor li ser bazirganîya ajelan jî kirîye, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, lê belê li gelek navçeyên din ên Sûrîyê û Herêma Kurdistanê jî.

Herwiha bihayên kelûpelên din jî bilind bûne, bi awayekî ku 1 kîlograma bacanên sor gihiştîye 800 lîreyên Sûrî, 1 nan bi 100 lîreyên Sûrî ye, 1 butla zeytê, ji 2 hezar lîreyên Sûrî bûye 4 hezar û 500 lîre.

Ev di demekê de ye ku mûçeyê karmend derdora 70 hezar lîreyên Sûrî ye.

Di heman demê de, bihayê xizmeta Internêt, ji 4 hezar lîreyên Sûrî ji bo 1 mêgayê bûye 7 hezar û 500 lîre.

Rewşa Sûrîyê bi giştî, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê her di alozîyê de ye û kerta darayî û aborî û debara jîyana xelkê zehmtir bûye.

Dîmenên vê rewşê di nirxên kelûpelan de dîyar dibin û gazina welatîyan ji vê rewşê heye, lê krîz her berdewam e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin