Li paytexta Tirkiyê Enqerê erdhej çêbû!

Li paytexta Tirkiyê Enqerê erdhej çêbû!

.

A+A-

Li navçeya Kalecîk a girêdayî Enqere ya paytexta Tirkiyê, bi hêza 4.5 erdhej çêbû.

Li gor Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand; di saet 22:53ê de, li navçeya Kalecîk a girêdayî Enqerê, bi pileya 4,5 erdhejek çêbû.

Di daxuyaniya AFADê de tê diyarkirin, erdhej 12 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Parêzgarê Enqerê Vasip Şahin li ser erdheja ku li Kalecîkê qewimî destnîşan kir: “Heta niha agahiyên jidestdana can û malên welatiyan negihiştiye parêzgarî û Qeymeqamiya Kalecîkê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin