Li Minbicê 6 sivîl hatine kuştin

Li Minbicê 6 sivîl hatine kuştin

Hêzên Tirkîyê û grubên çekdar yên girêdayê Tirkîyê gundên bakurê Minbicê kirine hedef.

A+A-

Tê gotin di encama bombebaranê de 6 sivîl hatine kuştin, din av van de 3 zarok jî hene.

Li gorî daxuyanîya Navenda Ragihandinê ya Encûmena Serbazî ya Minbicê, artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ji binkeya Tirkîyê ya li gundên Nasir û Olaşlê ve gundên Qurtwêran û Yilanlê li bakurê rojava Minbicê topbaran kirin û di encama topbaranê de 6 welatîyên sivîl hatin kuştin di nava wan de zarok jin hebûn û 6 zarok jî birîndar bûn.

Navên kesên jîyana xwe ji dest dane ev in: Eliya Diyab (60), Fatime Mexlûf (35), Faris Diyab (13), Xifran Diyab (7) û Cemîle Diyab (11)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin